74 salin komkujiya 33 Gule li benda edaletê ye

WAN – Di ser bûyera 33 kesên li ser fermana Mustafa Muglali Geliyê Sefoyê hatin qetilkirin 74 sal derbas bûn. Bedo Ana ya 84 salî ku bavê wê Memê Demîrbacak di komkujiyê de hat qetilkirin, li bendêye ku edalet rojek cihê xwe bibîne.

Li navçeya Qelqelî ya Wanê di 28’ê Tîrmeha 1943’an de bi hinceta “Sînor îhlal kirine” li ser fermana Orgeneral Mustafa Muglali li Geliyê Sefoyê 33 welatî hatin rêzkirin û gulebarankirin. Bedile Demîrbacak a 84 salî ku bavê xwe Memê Demîrbacak di komkujiyê de winda kir behsa komkujiyê kir. Demîrbacak behsa komkujiya ku 74 sal berê kir. Navê vê komkujiyê wek “33 gule” jî di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Bedîle dema komkujî pêk tê 10 salî ye û piştî komkujiyê ji gundê Êngiz ê Qelqeliyê koçî gundê Şerefxan ê Serayê dike. Bedîle Demîrbacak a ku wek (Dayika Bedo) jî tê nasîn dema behsa hovîtiyê dike hêrsa li ser çavê û dengê ji qirika wê derdikeve hêjayî dîtinê ye. Dayika Bedo dest nîşan kir ku hêj cihê komkujiyê qedexe ye û hêj negihîştine hestiyên xwe.

‘HETA PIYÊ WAN WERIMÎN LI WAN DIDAN’

Dayika Bedo diyar kir ku leşker hatin gund hemû zilamên gund komkirin û heta ku lingên wan werimîn îşkence li wan kirin û wiha got: “Belaheq û belasebep hatin gund û hemû zilam kom kirin û li meydana gund li wan didan. Hin kesan jî girtin û xistin hepsan. Kesek bi navê Setenê Koro hebû wî birin Newala Memedîk û dê wî bikûştinan. Lê extiyarên gund ketin navberê, destûr nedan.”

‘LEŞKERAN ÊRÎŞÎ ME KIR’

Dayika Bedo anî ziman ku gundiyan piştî hefteyek şûnde birin Serayê qetilkirin û wiha behsa komkujiyê kir: “Em çûn zindana Serayê ji me re gotin ‘Ne li cem me ne.’ Gotin ‘Ji me re xwarinê bînin.’ Em çûn xwarin û nivînan ji wan re bînin heta em hatin wan ji wir biribûn. Midûr ji me re got ‘Wan birine Koçkiranê wê îro wan bikujin.’ Me got em ê biçin Koçkiranê lê leşkeran êrîşî me kir. Em çûn gundê Girêder. Em li Mala Qalabeg man. Heta serê sibê em li wir man. Pişt re em çûn Gola Cemal. Ji me re gotin ‘Heta serê sibê nobetê bigirin dema leşker biçin hûn ê biçin wan bibînin.’ Herî dawî Mustafa Muglali wan girt û qetil kir. Di Gola Cemal de derbas bûn û çûn.”

‘BI DIZÎ ME ŞÎNA XWE DIGIRT’

Dayika Bedo got ku piştî Mustafa Muglali ji herêmê veqetiya, wan ber bi Koçkiranê ve meş li dar xistine û wiha domand: “Pişt re em gihîştin gundê Yekmal ê Serayê. Heta leşkerê li serê girê Gola Êngizê çûn em li gund man. Çawiş Heso hat nav gund. Hemû kes ketin hûndirê malên xwe. Çawiş Heso nedihişt ku kes şîna xwe jî bike. Bi şev dihatin bi dizî fatîhek dixwendin û diçûn. Çawiş Heso nedihişt. Digot bila tu kes nizanibe komkujî pêk hatiye û negirî. Destûr nedan şîna me jî.”

JI 33 KESAN NAVÊ 25 KESAN DI BÎRA WÊ DE YE

Dayika Bedo diyar kir ku ew navê 33 kesên hatin qetilkirin dizane û navan wiha rêz kir: “ji 33 kesan 15 ji gundê Êngizê bûn, 15 kes ji gundê Xirabsork bûn û 3 kes jî ji gundê Runexir bûn. Kazo, Ahmet Ata û kurê wî ji gundê Runexir bûn. Welî, Usiv, Memê bavê min, Şukrî, Salih, Sultan, Îbo, Findî û birayê wî, Îsa û birayê wî, Kako, Alî, Paşa, Simo ji Êngizê bûn. Temo, Eser û kurê xwe, kurê Elo Siça, kurê Temo bi navê Hesen û Şûş Ahmet.”

PIŞTÎ 66 SAL ŞÛNDE VÊ CARÊ JÎ KURÊ WÊ HAT QETILKIRIN

Dayika Bedo bi bîr xist ku piştî qetilkirina bavê wê 66 sal şûn de vê carê jî kurê wê Cemîl Demîrbacak jî li ser sînor ji aliye leşkerên tirk ve hat qetilkirin û xwest hem hesabê “33 gule” û hem jî hesabê kurê wê bê xwestin û kujer bên darizandin.