ENQERE – Piştî hevdîtinên rêziknameya navxweyî ya li ser 14 xalên hevdîtin û dengdan çêbûn, Serokwekîlê Koma CHP’ê û Parlamenterê Manîsa Ozgur Ozel daxuya kirin ku teklîf dengê muxalifê qut dike û di li dijî vê dest bi çalakiyê bikin û Lijneya Giştî ya Meclisê terk nekin.
Serokwekîlê Meclisê Ahmet Aydin piştî biryarê xwest CHP’î dest ji çalakiya xwe berdin, lê CHP’iyan gotin ew di biryara xwe de bi israrin. Têkildarî vê yekê parlamenterên HDP’ê MHP û AKP’ê salona Lijneya Giştî terk kirin. CHP’î jî di salonê de man. Piştî salon vala bû, CHP’îyan pergala deng avakirin. Ji vê derê dest bi axaftinê kirin. Polîsên Meclisê hatin cihê beşa rojnamegeran û rojnameger jir wir derxistin.