Dixwazin demokrasiyê ji holê rakin

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Erol Dora diyar kir ku sererastkirineke ku mafê wekîlan ê axaftinê di tasarufa beşa zêde û desthilatdariyê re dihêle û di vê çarçoveyê de rêzikname tê sererastkirin. Dora got ku bi vê yekê dixwazin demokrasiyê ji bolê rakin.

Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li ser navê komê di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û bal kişand ser rêziknameyê û aşkera kir ku pêşniyar bi lez û bez hatiye destgirtin û wiha axivî: "Metneke ku bi xwe re nakokiyan dijî bi telaşeke mezin anîn Meclisê, dê bi xwe re bêhiqûqiyê bîne. Bi vê sererastkirinê mafê destnedana kursî û axaftinê ji holê radike."

‘DEMOKRASIYÊ JI HOLÊ RADIKIN’

Dora da zanîn ku di guhertinê de hev hatin rêgezeke demokrasiyê ye û wiha axivî: "Pêşniyarên koman, pêşniyarên muxalefetê yên der barê rojeva welat de piştî li Parlamentoyê ji nîqaşê re tên vekirin, tenê rojeveke ku muxalefet diyar dike ye. Bi pêşniyarê re ev mekanîzma ji holê tê rakirin. Xalên 14, 15 û 16 bi vekirî li dijî Makeqanûnê ye. Ev bi vekiri xalên 25, 26 û 90'ên Makeqanûnê binpê dike. Bi taybetî xala 15'emîn bi vekirî yek rengiyê îfade dike. Sererastkirineke wiha ku mafê wekîlan dixe bin tekela desthilatdariyê, li dijî demokrasiyê ye."

‘WEKÎLAN DIKIN MEMÛRÊ DEWLETÊ’

Dora destnîşan kir ku bi sererastkirinê re, Meclis ji wesfa xwe dûr dikeve û wiha pê de çû: "Dixwazin Meclisê vediguherînin dayreya dewletê û wekîlan jî bikin memûran. Azadiya remanê û musalefetê ji holê radikin."

GOK: DÊ LI WE VEGERE

Serokwekîlê Koma CHP'ê û Wekîlê Enqereyê Levent Gok bal kişand ser rêzên AKP'ê û aşkera kir ku di hevdîtineke wiha de girîng de tenê 13 wekîlên AKP'ê li Lijneya Giştî ne û ev tişt got: "Pêşniyar bi spartinekê anîn. Dê ev rêzikname rojekê wekî bumerangê li desthilatdariyê vegere. Hûnê bêjin 'me çima ev wiha kir'. Ev her dem wiha bûye û ez we hişyar diki. Hûnê vê yekê bijîn."

Gok got ku "Peyva ku necibînin dê ceza lê bibirin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek guhertinên ku hatine kirin, dê ji Dadgeha Makeqanûnê vegerin."