14 xalên rêziknameya navxweyî hatin qebûlkirin

ENQERE – Di guhertina rêziknameya navxweyî de di beşa yekemîn de 9 xal û di beşa duyemîn de jî 5 xal hatin qebûlkirin.

AKP û MHP li guhertina maddeyan li hevkirin û guhertina rêziknameya navxweyî ya ji 18 xalan pêk dihat dest bi hevdîtinan kirin û li ser 14 xalan hevdîtin temam bûn. Di rûniştina di teklîfa beşa ewil de 9 xal û di beşa duyemîn de jî li ser 5 xalan hevdîtin pêk hatin û çûn hilbijartinê. Hevdîtin saet heta 01.00’an dewam kir û beşek mezin a teklîfan hat qebûlkirin. Bi guhertina van xalan re dê gelek guhertinan bixwe re bîne û gelek tişt biguherin.

XALÊN BI NÎQAŞ MAN DAWÎ
Hevdîtina teklîfa xalên bi nîqaş man dawî. Hevdîtina xalên 15, 16, 17 û 18 ku ji ber axaftinên wekîlan dikaribe li wan ceza bibire û bi cezayan re rû bi rû bihêle dê hevdîtina wan rûniştinek din pêk bê.

Di nav hevdîtina van xalan têgehên wek “Kurdistan”, “Kürt illeri”, “qirkirin” û “komkujî” dê sererastkirina wan bê nîqaşkirin.

Rûniştin dê saet di 14.00’an de dest pê bike û mijarên derveyî rojevê jî di rojevê de jî be. Pişt re jî dê li ser daxistina wekîliya Parlamenterên HDP’ê Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz jî hevdîtin pêk bê.