STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundemê piştî bi rêya KHK'ê hat girtin, bi lêdanê xebatkarên wê binçav kirin, lêpirsîna di vê der barê de hatibû vekirin, biryara "Ji lêpirsînê re cih tune" hat dayîn û polîsên êrîşkar hatin parastin.
Bi biryara 8'emîn Dozgerê Cezayê Sulhê yê Stenbolê rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxa 2016'an de hat girtin. Piştî rojname hat girtin, polîsên tevgera taybet bi ser rojnameyê de girtin, hem xebatkarên rojnameyê, hem jî nûçegîhanên ÎMC TV û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê jî di nav de 24 rojnameger hatin derbkirin. Kesên hatin binçavkirin, piştî 2 rojan serbest hatin berdan.
Piştî polîsan rojnameger derb kirin, parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di 16'ê Sibata 2017'an de li Buroya Lêpirsînên Sûcdên Memûran a Serdozgerê Komarê serlêdana sûc kir. Bersiva serlêdanê hat dayîn û hat îdiakirin ku di dosyayê de tiştekî ku sûc bide nîşan tune û biryara "Ji lêpirsînê re cih tune" hat dayîn.
Parêzer Ozcan Kiliç aşkera kir ku tenê girtekên polîsan li ber çavan hatiye girtin, rojnamegerên ku hatine derbkirin, raporên wan ên li nexweşxaneyê hene û ew dê der barê biryarê de itirazê bikin.