STENBOL – Omer ê ku li Bagcilarê kevokan xwedî dike diyar kir ku ew ji kevokan hes dike û xwedîkirina kevokan mirovan ji stras û derdan xelas dike.
Kesên bi dildarî kevokan xwedî dikin, diyar dikin ku xwedîkirina kevokan wan ji stres û derdan xelas dike. Li taxa Yenî Bagcilar a Stenbolê Omer Yaprak ê 37 salî, ji zarokatiya xwe ve kevokan xwedî dike. Yaprak ji ber pirsgirêkên aborî di sala 1997’an ji navçeya Tatwana Bîtlîsê, berê xwe dide Stenbolê. Yaprak ji sala 2001’an de kevokan xwedî dike. Yakrak çara yekemîn di sala 2004’an de li ser banê malê di depoya 4 mehe girtî de kevokan xwedî dike. Di depoyê de hemû cûreyên kevokan hene. Yaprak anî ziman ku kevokên ku xwedî dike, ne tenê wî zarokên taxê jî bêhn fireh dike.
'DERDAN JI BÎR VE DIKE’
Yaprak da zanîn ku ew di germê de kevokan nafirîn e û wiha got: “Di taxê de ez lakapa kevokbaz têm naskirin. Hîna ji bûkantiyê de eleqeya min ji kevokan re heye. Ez bi kevokan re li hev dikin. Kevokbazî hestekê cudaye. Ez hemû stres û derdê xwe bi xwedî kirina kevokan re diavêjim. Mirov tu çarî bêhn teng nabe.”
'JI BO FÊR BIBIN DEM PÊWÎST E’
Yaprak dest nîşan kir ku ji 5 salî heta 70’î salî mirov kevokan xwedî dikin û wiha bilêv kir: “Ji ber apartman û vegûhestina bajarvaniyê xwedî kirina kevokan li metropolan kêm bûye. Ji bo kevokan xwedî bikim min cihe depo bi kirê kir. Xwedî kirina wan çiqas zehmet be, keyfxweşiya wê jî ewqas heye. Ji bo kevok ferî mirovan bibin, dem pêwîs te.
HES JI KEVOKAN DIKE
Yaprak bal kişand ser kesên kevokan ji bo pereyan xwedî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hes ji kevokan dikim û xwe baş hîs dikim. Divê kes nebêje, zimanê ajalan tuneye û wan birçî bihêle. Ajal çiqasî têr bin, mirov baş nêzî wan bibe, ew jî ewqas bi mirovan ve tên girêdan.”