HATAY - Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman dema li ser sînor nûçe dişopandin hatin binçavkirin û ji ber nûçeyên xwe tên sûcdarkirin. Ji derveyê nûçeyên ekolojîk, nûçeyên der barê El Nusrayê de jî wekî sûc hatin dîtin. Ev nûçeyên bûne delîsa sûc, hêj nehatine weşandin.
Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman dema li ser sînorê Hatay û Dîlokê nûçe dişopandin, bi hinceta "bi guman in" hatin binçavkirin û 14 roj e di bin çavan de ne. Nûçegihanên ku kar û barên wanên îfadeyê qediya ye, tê payîn ku wan derxisn dozgeriyê. Di bin çavan de pirsên sosret li nûçegihanên me hatin pirsîn.
Hemû xebatên rojnamegeriyê yên Akman û Alayumat sûc hat dîtin. Ji ber nûçeyên ku çêkirine, bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne", "Alîkarî dane rêxistinê", "Li ser navê rêxistinê milîsî û hevkarî kirine" û "Razên Dewleta Tirkiyeyê yên ku divê veşarî bimînin îfşa kirine", dixwazin rojnamegeran ceza bikin. Nûçeyên di dîhbarê de hatine weşandin, wêneyên di wênekêşa wan de, hevpeyvînên ku çêkirine û axaftinên wan ên di whasappê de jî wekî delîla sûc hesap kirin.
NÛÇE BÛ DELÎLA SÛC
Sûcdariyên der barê nûçegihanên me de, ya herî balkêş jî wêneyên sewqiyata leşkerî yên di hemû malperan de hatin weşandin bû. Dîsa bi dehan nûçeyên ku rojnamegeran çêkiriye jî wekî delîla sûc hat nîşandan. Dîsa wêneyên nûçeyên bi sernavê "Mudaxaleyqa li dijî Efrînê dibe sedema nerazîbûnan", "Mertalê Firatê zarokan dide şerkirin" û "Vîllayên li ser sînor bi roj bê deng in, bi şev bi çek in" jî wekî delîla sûc hesab kirin.
NÛÇEYÊN EKOLOJÎK JÎ SÛC IN
Ji derveyê van sûcdariyan, nûçeyên ekolojîk ên nûçegîhanan jî wekî delîla sûc hat hesabkirin. Wêneyên kanên kevir ên ekolojiya Hatayê texrîb dikin, sûc hatin dîtin, dîsa wêneyên Xezalên Çiyayî yên Hatayê jî wekî sûc hatin dîtin.
Her wiha hevpeyvînên bi girtîgehan re hatine çêkirin, hevpeyvînên kampanyaya "Na" ya di 16'ê Nîsanê de hatine kirin, wêneyên di bîranîna Denîz Gezmîş û hevrêyên wî de hatine kişandin, wêneyên çalakiyên li dijî qeyûmên ku tayînê şaredariyên DBP'ê kirine jî ji nûçegîhanên me hatin pirsîn.
NIVÎSANDINA XEBATÊN EL NUSRAYÊ JÎ SÛC E
Emniyet bi vê jî têr nebû, pirsa "We çawa xwe gihand belgeyên der barê xebatên endamên El Nusrayê" ji nûçegihanan kir. Dîsa peyva "Çete" ya der barê endamên El Nusra û DAIŞ'ê de hatiye bikaranîn jî ji nûçegîhanan hat pirsîn û hat gotin ku "Ew kesên ku hûn ji wan re dibêjin çete kî ne?" ji wan hat kirin.