STENBOL - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, tekîldarî êrîşa li dijî polîsan li Midûriyeta polisan daxuyanî da. Soylu, diyar kir ku 30 jê polîs, 7 sivîl û kesek hêj nasnameya wî nediyar bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dane. Soylu, da zanîn ku 14 jê di koma de bi giştî 155 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di êrîşa bombeyî ya li Beşîktaş a Stenbolê pêk hat de 30 polîs, 7 sivîl, 1 jê nasnameya wî ne diyar bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrîşê 13 kes hatin binçavkirin. Piştî bûyerê qedexeya weşanê hat îlankirin. Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku 30 jê polîs, 7 sivîl û yek jê nasnameya wî nediyar bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî 155 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Şevê din li pêş Stadyuma Beşîktaş a Navçeya Beşîktaşa Stenbolê piştî maça fûtbolê li dijî polîsên hêzên çevîk êrişa bi bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 30 jê polîs 7 sivîl û kesekî nasnameya wî nediyar bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi giştî 166 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê 10 kes jî hatin binçavkirin. Çawa ku bûyer pêk hat Midûrê Polîsan ê Stenbolê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag hatin cihê bûyerê. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu şevê din daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di êrîşê de 27 polîs û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 166 kes jî birîndar bûne.
WALÎTIYA STENBOLÊ DAXUYANÎ DA
Walîtiya Stenbolê têkildari rewşa birîndaran daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku 19 jê giran 155 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.