Parezerên Ocalan cara 674'an serlêdan kirin

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muweklê xwe Ocalan re hevditin bikin, cara 674'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Çîcek û Faik Ozgur Erol bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 674'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 673 caran serlêdan kirin û serlêdanên parêzeran bi hincetênk cur be cûr hatin red kirin.