NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li ser sînorê di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de, kolberên kurd gulebaran kir. Di encamê de kolberekî ji rojhilatê Kurdistanê qetil kir.
Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw ku îro belav kiriye, roja Sêşemê kolberê kurd ê bi navê Kerîm Mihemed Emînzade yê ji gundê Bêtûşî yê girêdayî Serdeşta Urmiyê, di encama gulebarana rejîma Îranê de hat qetilkirin.
Kolberê kurd Kerîm Mihemed Emînzade bêyî ku were şiyar kirin, rastî gulebarana pasdarên Îranê hat.
Li gorî bîlançoya ku Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw belav kiriye, ji destpêka sala 2017’an heya niha, tenê li bajarê Serdeştê 10 kolber di encama gulebarana leşkerên Îranê de hatine kuştin û 22 kolber jî birîndar bûne.