Ez azad bûm, lê hêj bi hezaran êzîdî di destê DAÎŞ'ê de ne

ŞENGAL - Bi sedan jinên êzîdî ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin. Yek ji jinên êzîdî yên ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin jina Êzidî Necat Bapîr e. Bapîr ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve ji destê DAİŞ'ê rizgar bû. Bapîr, diyar kir ku aqilê wê li ser hezaran jinên di destê DAİŞ'ê de ne.

Çekdarên DAİŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin li Şengalê komkujî pêk anîn. Bi hezaran jin û ciwanên Şengalî yên êzidî revandin. Bi sed hezaran êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi hezaran êzîdî hatin qetilkirin. Hêj bi hezaran jin û zarokên êzîdî di destê DAÎŞ'ê dene. Bi sedan jin ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Yek ji jinên hatin rizgarkirin Necat Bapîr (35) a 5 meh berê ji aliyê YBŞ'ê ve hat rizgarkirin e. Hêzên YBŞ'ê bi riya taqasê 50 malbat rizgar kirin.

Bapîr ji dihaberê re axivî u serpehatiyên xwe parve kir.

EREB, KURD Û MISLIMANÊN NEHIŞT EM DERKEVIN

Bapîr, diyar kir ku li gundê Domîz ê nêzî Şengalê rojek berê hat diyar kirin ku dê DAİŞ têkevin Şenalê û wiha got: "Lê cîranên me yên Ereb, kurd û misliman em şaş kirin. Roja berî fermanê ez rabûm, li dora me cîranên me yên ereb, kurd û misliman hebûn. Wan nedixwest em derkevin. Ew girêdayî DAİŞ'ê bûn. Ji me re got tiştek tune û xwestin em li cihê xwe bimînin. Ger ku wan negota em dê şevek berî fermanê derketina. Fermanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Hemû Êzidî Şengal vala kir me jî vala kir.

'JI ÊVARÊ HETA SIBÊ JINÊN CIWAN HILBIJARTIN

Bapîr, anî ziman ku dema ji DAİŞ'ê reviyan maşina havê wê xera bû û nekarîbû xwe ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin û wiha got: "Dema erebeya me xera bû 2 erebeyên DAİŞ'ê hatin em dorpêç kirin. Em birin miduriyeta nifûsê ya Şengalê. Em jn, mêr zarok tev birin wir. Zarok, jin û mêr ji hev cuda kirin. Hemû jinên ciwan ji nava me derxistin û birin. Em jî birin avahiya KDP'ê ya Şengalê. Jinên ciwan ji nava me derxistin û birin. DAÎŞ'ê piştre em birin Baduşê. Li wir çavên me girêdan. Em 2 rojan li Baduşê hiştin. Li wir xwarin tune bû di tangên benzînê de av dida me. Di nava DAİŞ'ê de mislimanên Şengalê hebûn. Kurd, ereb û misliman hebûn."

SALEKÊ DI ZINDANA BIN ERDÊ DE MA

Bapîr, ani ziman ku piştî ew ji Baduşê birin Sûriyeyê salekê di zindana4 qat bin erdê de hat hiştin û wiha got: "Li pêş çavên me keçên me bi 5 hezar kartên telefonê difirotin hev. Zarokên şîr bi 2 hezaran difirotin hev. Dem em birin sûriyê 600 jin û zarok hebûn. Em birin Sûriye û xiztin zindana bin erdê. Em salekê di zindanê de hiştin. Xwarina pir xerab didan me. Salek şûnde min telefona hevserê xwe da û min got ger hûn min bifiroşin, min bifiroşin hevserê min. Min got hevserê min dê min bikire. 15 roj şûnde gotin 'Were bi hevserê xwe re bi axive. Lê min ji wan bawer nekir. Min got dî hin kesên din bimin re bi axivin û ez neçûn ne axivîm. Piştre gotin tê bi pergala dimen hevditin bikin. Ez îkna bûm. Ji bo ku ez bi telefonê bi axivim zarokê min ji min stendin û ez birim Navenda DAİŞ'ê. Dema ez bi hevserê xwe re axivim, gotin di destê YBŞ'ê de hevsera fermandakî DAİŞê ya bi navê Azîze heye. Gotin dê hevsera DAÎŞ'ê bi 50 malbatan taqaz bikin. Ez bi rêbaza taqazê hatim rizgar kirin.

EM AZAD BÛM LÊ HIŞÊ ME LI SER JINÊN DI DESTÊ WAN DE NE

Bapîr a mala wan li gundê Domîsê, diyar kir ku niha li malekê dijîn û wiha got: "5 meh berê ji destê DAÎŞ'ê azad bûm. Beriya ku ez bi hevserê xwe re bi axivim min bawer nedikir ku ji destê DAÎŞ'ê rizgar bibim. Em rizgar bûn, lê bi hezaran jinên êzîdî di destê wan de ye. Em azad bûn, lê hiş û aqilê min li ser jin û zarokên di destê DAÎŞ'ê dene. Yên ji destê wan rizgar dibin dişînin Almanya. Lê ev ne rast e. Em naxwazin ji Şengalê biçin. Em dixwazin li Şengalê bijîn.

Niha yek jî zaroka min bi giştî 14 xizmên me di destê DAİŞ'ê dene.

Selamî Aslan - dihaber