MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînê li 3 gundên Nisêbînê qedexeya derketina derve îlan kir.
Li 3 gundên navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Waliyê Mêrdînê daxuyanî da û diyar kir ku li gundên Stilîlî, Kurik û Hebîs ên Nisêbînê heta fermana duyemîn derketina derve qedexwe ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li taxên qedexeya derve hat îlan kirin, dê operasyon bê lidarxitsin û qedexe ji duh bi şev saet 22.00 de dest pêkiriye.