HATAY - Nûçegîhanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat bi hinceta "bi guman in" li ser sînorê Hatayê hatibûn binçavkirin, dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.
Nûçegîhanên me yên ku hemû xebatên rojnamegeriya wan sûc hat dîtin, 14 roj bû di bin çavan de bûn, ew sewqê Edliyeya Hatayê hatin kirin. Îfadeyên Akman û Alayumat li dozgeriyê bi dawî bû. Dozger bi îdiaya Alayumat û Akman "Endamên rêxistinê ne", "Alîkarî dane rêxistinê", "Li ser navê rêxistinê milîsî û hevkarî kirine" û "Razên Dewleta Tirkiyeyê yên ku divê veşarî bimînin îfşa kirine", bi daxwaza girtinê ew sewqî Dozgerê Sulh Cezayê kir.