STENBOL – Koordînasyonê Rojnameya Cumhuriyetê diyar kir ku di serdema OHAL'ê de li Tirkiyeyê rêya heqîqetê ya gel di azadiya çapemniyê re derbas dibe. Koordînasyonê xwest nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman ên di bin çavan de serbst bên berdan.
11 ji wan girtî, bi giştî 17 xebatkarên xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê di 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran di roja 4'emîn de tên darizandin, Koorînasyona Rojnameya Cumhuriyetê ji bo der barê dozê de agahî bidin, li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên gelek rojnamegeran hat hilgiritn û ji rojnamegeran re azadî hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dixwazin çavê rojnamegeran bitirsînin û aşkera kirin ku divê mafê gel ê xwe gihandina heqîqetê neyê astengkirin. Di dewama daxuyaniyê de binçavkirina nûçegihanên me jî hat şermezarkirin û xwestin Nurî Akman û Erdogan Alayumat serbest bên berdan.