STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrînê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan û bi raporekê rewşa 6 mehan aşkera kir, li gorî raporê di 6 mehan de 56 serlêdanên parêzer, 25 serlêdanên malbatê hatin redkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku rastiya li Îmraliyê tê veşartin hemû serlêdan bi hêla Serdozgerê Komarê yê Bursayê ve tê redkirin.
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê bi raporekê rewşa 6 mehan vegot. Civîna li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hat lidarxistin de, rapora bi sernavê "Tespîtîn der barê rewşa heyî û pêşketinan de, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê di navbera mehên Çile û Tîrmeha 2017'an" de hat parvekirin. Parêzeran diyar kir ku piştî derbeya 15'ê Tîrmehê ya 2016'an, piştre di 20'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê hatiye kûrkirin û berdewam dike.
Di dewama raporê de tê gotin ku "Ev rewşa tecrîdê ya li dijî mevzûetên neteweyî û nevneteweyî, bi vekirî li dijî DMME'yê ne; polîtîkayên ku dixin dewrê û pratîkên heyî her ku diçe rewşa agahîgirtinê ji holê radike, bi vekirî qanûn tên binpêkirin.
YEKANE DANE BERSIVA 'RED' E
Di raporê de hat diyarkirin ku miwekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hêj li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, hemû serlêdanên hevdîtinê yên li Serdozgerê Komarê yê Bursayê tên kirin, yekane bersiva dozgeriyê "Red" e.
Rapora ji hêla Îbrahîm Bîlmez ve hat xwendin wiha ye:
“Serlêdanên ji bo hevdîtinê li girtîgehê hatine kirin
Piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtina bi parêzeran re hat kirin, ji wê rojê ve tu hevdîtinên parêzeran pêk nehatine û hemû hatine astengkirin. Herî dawî di nava salekê de hemû serlêdanên rojên Çarşem û Înê li 1'emîn Dozgerê Înfazê hatine kirin, biryarên dîroka 21.07.2016'an û li gorî biryara hejmara Guhertina Kar a 2016/56'an, tevahiya serlêdanan hatiye redkirin. Heta dîroka 15'ê Tîrmeha 2016'an, hemû serlêdan bi hinceta 'hewa xirab e' an jî 'keştî xirabe ye' hincetên ji rastiyê dûr hatin nîşandan.
SERLÊDANÊN HEYETÊN BIYANÎ ASTENG KIRIN
Ji derveyê serlêdanên parêzer û malê, heyetên ku wekîlên Parlamentoya Ewropayê, sendîkavan, akademîsyen û aktîvîstên mafên mirovan jî di navbera dîrokên 17-18- û 19'ê Sibatê de serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin biçin Îmraliyê, lê ev serlêdan jî bê bersiv hat hiştin.
RASTIYA LI ÎMRALIYÊ TÊ VEŞARTIN
Qedexeya li ser hevdîtina bi parêzeran re îsal 7 sal li pey xwe hişt, hemû serlêdanên malbat û parêzeran be bersiv hatiye hiştin, herî dawî di 11.09.2016'an de malbatê bi wesîleya cejnê bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye, ev jî tecrîdê piştrast dike û dixwazin rastiya li Îmraliyê veşêrin. Raya giştî di vê der barê de dixwaze xwedî agahî be.
I. MAFÊ RAGIHANDIN Û AGAHÎ GIRTINÊ BI KAR ANÎN
Wekî ku tê zanîn parêzer bi miwekîl Abdullah Ocalan re herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin pêk anîn. Herî dawî piştî hevdîtina 5'ê Nîsana 2015'an ku heyeta HDP'ê hevdîtin pêk anîbû, piştî wê herî dawî 50 siyasetmedarên kurd ji bo hevdîtinê çalakiya greva birçîbûnê pêk anî û li ser vê di 11'ê Îlona 2016'an de hevdîtina bi malbatê re pêk hatiye. Piştî vê hevdîtinê, ji wê demê heta niha ji Birêz Ocalan û mehkûmên din, tu telgraf, faks û agahiyek din nehatiye girtin, bi heman şeklî ji derve jî bi rêya postayê tu tişt ranegihandinê. Birêz Ocalan di 11'ê Îlonê de ji parêzeran re nameyek şandiye, lê ev name hêj negihêştiye parêzeran; hemû ewldanên parêzeran ên di vê der barê de bê encam mane. Di 29'ê Gulana 2017'an de parêzeran ji miwekîlê xwe Ocalan re, nameyeke agahdariyê ya der barê doza li Dadgeha Îdarî ya Atînayê de hatiye şandin jî bi heman şeklî nehatiye ragihandin. Ji vê nameyê jî tu bersiv nehatiye girtin, der barê ragihandinê de an jî ne ragihandinê de tu agahî ji me re nehatiye parvekirin. Parêzer li Îmraliyê bi miwekîlê xwe re rû bi rû tu hevdîtinan nikarin bikin; dozên ku dewam dikin jî der barê wan de hemû nameyên bi rêya postayê tên şandin jî nadin girtîgehê. Bi deh hezaran girtiyên li girtîgehên din tên girtin, hemû ji mafê telefonê sûdê digirin, lê miwekîlê me bi tu awayî ji van mafan sûdê nagire.
II.HELWESTA CPT'Ê
Parêzeran der barê Tecrîda mutlaq de bê navber Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) agahdar kir. Heri dawi Heyeta CPT, di 28-29'ê Nîsana 2016'an de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kir, lê dijberî 6 ziyaretên berê vê carê tevî 15 meh derbas bû jî têkildarî çavdêrî, pêşniyar û rexneyan de tu rapor bi raya giştî re parve nekir. CPT di raporên berê de diyar kir ku Tirkiye gelek mafên mirovan binpê kiriye û ji bo Tirkiye van kêmasiyan temam bike Tirkiye hişyar kiribû.
CPT ya ku gelek îhlalên mafan li Girtîgeha Îmraliyê tespît kiriye û berê rexne û pêşniyar li Tirkiye dikir, bêdengiya wê ya niha nayê fam kirin û nayê qebûl kirin. Piştî hewdana darbeya 15'ê Îlonê ewlehiya muwekilê me ya li Îmraliyê tune ye. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Li gel vê yekê CPT’ê di 29'ê Tebax û 6'ê Îlona 2016 û 10-23'ê Gulana 2017'an de hat Tirkiye û gelek girtîgeh ziyaret kir. Lê li gel van fikar û gumanan heyeta CPT ku 2 caran hat Tirkiye bêyî Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike û vegeriya ye. Ev nîşan dide ku heyeta CPT li ser mijara Îmraliyê bi dewleta Tirkiye re li hev kiriye.
III. DOZÊN DIDOMIN Û HEWLDANÊN HIQÛQÎ
Hikûmet û dewleta Tirkiye ji bo tecrîda li Îmraliyê rewa bike û wekî tiştekî asayî nîşan bide diyar dike ku Ocalan hikûmxwar in û dozên wî yên didomin tune ye. Hikûmet û dewlet diyar dikin ku tiştekî di milê hiqûqî de bi parêzeran re parve bike tune ye û agahiyên manipulasyon belav dike. Hem di qada navneteweyi de hem jî di qada neteweyî de her dem û di her rewşê de mafê parêzeran û Ocalan heye bi hevre hevdîtin bikin û parêzer biçin Îmraliyê Ocalan ziyaret bikin. Li gel van mafan Ocalan di bin înfaza rejîmê de ji hemû mafê xwe bêpar tê hiştin. Têkildarî vê yekê gelek serlêdanên Birêz Ocalan ên ji bo hiqûqê hene, lê yek jî nehatiye bersivandin.
A- SERLÊDANÊN LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN HATINE KIRIN
1- Birêz Ocalan, ji roja bi komploya navneteweyî radestî Tirkiye hat kirin û şandin Girtîgeha Îmraliyê heta niha tu caran ji mafê xwe yê tenduristiya bi rêk û pêk sûd negirtiye. 18 salin bi riya malbat, parêzer û saziyên tenduristiyê xwestiye ku heyetek tenduristiyê ya serbixwe wî kontrol bikin. Lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Tu carî ji Girtîgeha Grava Îmraliyê nehatiye derxistin. Li gorî zagona înfazê ya hêjmar 5275 ji bo pirsgirêkên tenduristiyê divê li nexweşxaneya tam bi rêk û pêk bê dermankirin û muayinekirin. Lê li gel vî mafî Brêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji vî mafê xwe sûd negirtine. Brêz Ocalan ji bo mafê tenduristiyê di 12'ê Tîrmeha 2013'an de serî li Dadgeriya Înfazê ya B^Fursayê da. Lê ji ber ku serledana wî hat red kirin di sala 2015'an de Serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye. Lê hêj dadgehê serlêdana Birêz Ocalan bi encam nekiriye.
2- Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û Ocalan bibînin. Salek piştî hevdîtina 27'ê Tirmehê, di 05.11.2012'an de ji bo şertên Girtîgeha Îmraliyê li gorî pivanên hiqûqê bê avakirin serî li Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dan. Lê piştî demek dirêj ev serlêdan hat redkirin. Me têkildarî vê mijarê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê heyeta dadgehê hêj der barê vê serlêdana hêjmar 2015/11221 tu biryar nedaye.
3- Piştî îlana OHAL'ê ya 20'ê Tirmeha 2016'an, nîşanî Girtîgeha Grava Îmraliyê hatiye dayîn. Bi biryara 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bursa hat xwestin ku hemû deriyên Îmraliyê bên girtin. Îtîrazên hatin kirin jî hatin red kirin. Piştî vê yekê ji ber xalên Qanûna Bingehîn a 17, 20, 22, 36, 13, 15 ve 18'an hatine îhlalkirin di 27'ê Cotmeha 2016'an de serlêdan hatiye kirin .
4- Birêz Ocalan di salên 2003, 2004, 2006 û 2007'an de bi 4 mijarên cuda serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Lê dadgehê 14'ê Adara 2014'an de serlêdan di bin dosyayekê de kir yek û di 18'ê Adara 2014’an de biryar aşkere kir. DMME qebûl kir ku îhlal hatiye kirin. Brêz Ocalan bi riya parêzeran li dijî îhlalan ji bo nirxandina hin xalan li Daîreya Mezin itîraz kir. Pêrêzeran ji bo îtîrazê û mafê parastinê yê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. Lê dadgehe hêj der barê serlêdana hêjmar 2014/5264'an, biryar nedaye. Dîsa daxwaza tedbîran jî bi biryarê ve girê nedaye.
5- Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê gelek çavkaniyan diyar kir ku muwekilê me Brêz Ocalan li Îmraliyê bûye hedefa darbekaran. Ewlehî û tenduristiya muwekilê me gel xistiye nava fikaran. Ji bo em vê fikarê derbas bikin û tedbîra îhtîyat meserî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê hêj biryar nehatiye dayîn.
6- Yek ji mafê herî rewa, bingehîn û azad ê muwekilê me Birêz Ocalan, mafê ragihandin, agahî, rumeta ji jiyana taybet re, azadiya raman û îfadeyê ye. Dîsa yek ji mafê bingehîn bi parêzeran re hevdîtin bike ye. Lê hemû mafê muwekilê me ji dest hatine girtin. Di îlona 2016'an û şûnde me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da, lê hêj bi encam nebûye.
7- Şertên jiyanê yên li Girtîgeha Grava Îmraliyê di asta nayê jiyîn giran in. Dîsa ji hemû agahî u ragihandinê jî qut e. Birêz Ocalan ji gelek pirtûkan ji hinceta qedexe ye jê sûd nagire Bi biryarên neheq biryara qedexe tê stendin. Dîsa parastinên Birêz Ocalan ên DMME yên ji 5 cîldan pêk tê (Şaristanî, Şaristaniya Kapitalist, Sosyolojiya Azadiyê" ji aliyê 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Wanê ve hatine qedexekirin. Ji bo biryara der barê van parastinan de bê rakirin di 15'ê Sibata 2016'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatiye dayîn. Lê hêj bi encam nebûye.
B. DI DMME'YÊ SERÎLÊDANA ÎLANA BERDESTIYÊ:
1-Divê hevtînên parêzeran ên li Girtîgeha Greva Îmaraliyê yên bi birêz Ocalan re û girîngiya kontrolkirina pergala înfazê yên di serîlêdanên numareyên 12261/10 ên ji DMME'yê re hatin kirin, danin holê. Ji ber ku ev serîlêdan têkildarî birêz Ocalan ku di sala 2008’an de, di hucreyê de bi zorê avêtin erde û bi mirinê gef xarin. Piştî giliyên li dadgehên herêmî bê encam man, di sala 2010’an ku serî li DMME'ê hat dayîn de, tu pêşketin derneket holê. Herî dawî di 11’ê Tebaxa 1015’an de bi daxwaznameyekê serî li DMME'ê hat dayîn, li gel ku aqûbeta ê hat pirsin jî, hîna der barê serîlêdanê de tu biryar nehatiye girtin.
2-Qedexeya parêzeran ku di 27’ê Tirmaha 2011’an hat destpêkirin, bê navber hemû serlêdanên parêzaran ên di 7 salan de nehatin qebûl kirin. Piştî qedexeya 3 mehan, pêvajoya herêmî ku di Cotmeha 2011’an bê encam ma, bi numaraya 74751/11’an têkildarî mijara tecrîdê, li ser navê birêz Ocalan û 5 girtiyên wê demê li gel wî re, serî li DMME'yê dan. Nêzîkatiya Awropa ya ‘Em dixwazin 0li Tirkiyeyê têkildarî azadiya îfadê û jora hiqûqê pêşketinan bibînin’ a îro li aliyekê, ev 7 salin DMME'yê der barê dosyayê de tiştek nekiriye. Li gel heme agihdarkirinan û aqûbeta lêpirsînên di sala 2015’an de hatin kirin, tê pirsîn DMME'yê div ê dosyayê de tu gavek neavêtiye. Nêzîkatiyên bêxwemiya DMME'yê bandorê li ser tecrîda niha ya Îmraliyê û qedexekirina parêzeran ên bi Ocalan re heye.
3- DMME'yê piştî komploya Nevnetewî Ocalan teslim Tirkiyeyê hat kirin, 99 dadgehên hatin lidarxistin ku ne li gorî mafê dadgeha adîlaneye, Tirkiye darizand. Li gel ku diviyabû darizandin ji nû ve bihata kirin, li Tirkiyeyê bêyî doz vebe li ser dosyayê hat kirin û bi lez dosya hat girtin. Xala. CMK 311 a ji nûve mafê darizandinê, bi taybetî ji bo birêz Ocalan ji vî mafî sûd negire, hat lidarxistin. Ji ber vê bi sedan dosyayên Ocalan, ji nû ve nehatin darizandin. Bi her awayî rêbaza makeqanûna wekhev a ji bo Ocalan hatiye îhlal kirin.
4-DMME'ê peymana cezayê giran mûebetê ya heta hetayê ku ji birêz Ocalan re hat, li gorî Xala 3’yemîn a cezayê derveyî mirov û muamelaya xiraba Tirkiye mahkûm kir. Di girtîhên Tirkiyeyê de bi seddan girtiyên cezayê muebeta giran hene. Li gel Tirkiye hat mehkûm kirin jî, hîna tu goherin di peyamana cezayê giran ê heta hetayê de tu gohertin çênekiriye.
IV. ENCAM
Ji pêvajoya Îmralî ya sala 1999’an û vir ve, hemû tecrûbeyên li vî welatî hatin jiyîn, vê yekê pir aşkera nîşan dide ku çi dema derbarê polîtîkayên di mijara kurde plansazî derdikevin holê, tecrîda li Girtîheha Îmraliyê raste rast bi vê polîtîkayê ve girêdayî tê kurkirin. Li aliyekê kaos û şer û pevçûn zêde dibin, li aliyê din jî teqez ji Îmraliyê agahî negirtin heye. Bi bêqanûniya mirovî, hiqûqî û polîtîk ku pergala Îmraliyê ya hatiye avakirin, ji bo em ji holê rabikin em bang li raya giştî dikin ku daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman.”