AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di roja sêyemîn a Nobeda Wijdan û Edaletê de axivî û got ku "Dawiya her tengasiyê firaqetî ye" û wiha axivî: "Em dikarin faşîzmê rawestînin û welat bigihînin aramiyê."
Nobeda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Parka Ekîn Cerenê hatiye destpêkirin di roja sêyemîn de ye. Berdevkê HDP'ê û Wekîlê Rihayê Osman Baydemîr, li parkê daxuyanî da.
Berî daxuyaniyê, Hevseroka Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmoglullari xwest biçe sedana wekîlan, lê polîsan ew negirtin parkê. Li ser vê wekîlên HDP'ê ew li ber derî pêşwazî kirin û bi hemû wekîlên di nobedê de bûn, hev du silav kirin. Ji ber astengiya polîsan Baydemîr û wekîlên din nerazîbûn dan nîşan. Hatîmoglullarî piştî demekê li ber derî rawestiya, destûr dan ku derbasî cihê nobedê bibe.
Baydemîr di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji Stenbolê heta Colemêrgê, ji Şengalê heta Hewlêrê, ji Silêmaniyê heta Mihabadê, li ser navê "Nobeda Wijdan û Edaletê" her kesî silav dikin û rewşa rojnamegerên girtî bi bîr xist û ev tişt got: "Di serî de ji Musa Anterê ku ji fîqa wî ditirsiyan, ji Înan Kizilkaya heta Gurbetelliyan, ji hemûyan re hezar silav. Ji Ahmet Şikên ku al ji Metîn Guktepe dewr girtiye re silav be. Careke din derket holê ku ew parastvanên heqîqetê ne."
Baydemîr destnîşan kir ku ji edaletê dirtisin û wiha pê de çû: "Alîkara hevserokên giştî ya ji hiqûq û edaletê berpirsyar, Aysel Tugluk di girtîgehê de ye. Rewşa Tirkiyeyê wiha ye. Ji edalet, azadî, wekhevî û demokrasiyê ditirsin."
‘EM Ê JI FAŞÎZMÊ RE SERÎ NETEWÎNIN’
Hevseroka Giştî ya SYKP'e Hatîmogullari piştî xwest derbasî hundur bibe, polîsan ji wê re astengî derxistin. Baydemîr bal kişand ser vê astengiyê jî û wiha axivî: "Ev tecrîda ku hûn dibînin, ne tenê li dijî me ye. Li dijî Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Hatîmogullari û heyeta pêre jî tê meşandin. Dê li vir peyamek bida. Çima ji axaftinên wê ditirsin. Ji ber ku faşîzim serî tewandinê dixwaze. Em ê ji faşîzmê re serî netewînin."
Baydemîr destnîşan kir ku ew ê yek rengiyê qebûl nekin û hewldana xistina wekîltiya Faysal Sariyildin û Tugba Hezer jî şermezar kir. Baydemîr got ku "Em ê faşîzmê rawestînin û welat bigihênin aramiyê" û wiha pê de çû: "Duh ew dengê wijdanê yê ji vir derket, gelê Amedê bersiv da. Gel tecrîda li ser wekîlan di şaneşînên xwe de çirandin."
Baydemîr herî dawî aşkera kir ku dawiya her tengasiyê firaqetî ye û piştrast kir ku ew dê ji faşîzmê re serî netewînin."