ENQERE – Çalakvanên kolana Yukselê ku 261 roje ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiyê li dar dixin rastî êrîşa polîsan hatin.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de tên girtin 141 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça îro jî li Kolana Yukselê dewam kir. Çalakiya “Em kare xwe paş ve dixwazin” di roja 261’emîn de jî rastî êrîşa polîsan hat. Çalakvanan xwest bimeşin ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê lê rastî êrîşa tund a polîsan hatin.
Polîsan bi maşîneyên zirxî û mertalan derdorê dorpêç kir û êrîşî ser girseyê kir. Polîsan xwe li hember pankartê “Nuriye û Semîh 141 roje di greva birçîbûnê de ne, binçavkiriyan serbest berdin” ranegirt û çirand. Polîsan bi çavsorî êrîş bir ser çalakvanan û heta Kolana Konurê çalakvanan bi dafdanê ji derdorê dûr kir.