Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan: Tecrîda li ser Ocalan rakin

STENBOL - Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ên tev li civîna "Rapora Îmraliyê" ya Buroya Huqîqê ya Asrinê bûn, xwestin tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan xwestin heyetên serbixwe biçin Îmraliyê û CPT berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rapora 6 mehan amade kirin û bi civina çapemeniyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi raya giştî re parve kirin. Parêzeran, li salona ÎHD'ê pankarta “Bila pergala Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" vekirin. Di civînê de Platforma Hiqûqa Azadîparêz, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Nûnerên ÎHD, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û gelek parêzer û parazvanên mafên mirovan amade bûn.

‘BI TU AWAYÎ AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN'

Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebrû Gunay di civînê de daxuyanî xwend. Gunay, diyar kir ku Ocalan û girtiyên li heman Girtîgeha Îmraliyê, li dijî hiqûqa navxweyî û hiqûqa gerdûnî mafê wan ên ragihandin û ziyaretê tê binpêkirin û wiha got: "Hemû mafên hiqûqî û siyasî û peymanên neteweyi û gerdûnî yên bi zagon û peymanan hatine parastin ji destê wan hatine girtin. 6 mehin li dijî hiqûqê mafê Ocalan ê parastinê tê binpêkirin. Nikare bi parêzeran re hevditin bike. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de malbat çû Îmraliyê. Ji wê deme heta niha bi tu awayî em tu agahiyê ji îmraliyê nagirin. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran, ziyareta bi Ocalan ne naye kirin û bi tu awayî bi Ocalan re temas nehatiye kirin."

Gunay, anî ziman ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji hemû mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par tên hiştin û rastî pêkanînên keyfî tên. Gunay, destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û hemû mafê muwekilê wan ê bi parêzeran re ji destê wan hatiye girtin. Guney, bilêv kir ku ev maf j alyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ve jî hatiye mîsokerkirin, lê ev maf tê binpêkirin."

ŞERTÊN TECRÎDÊ RÊ LI PÊŞ KAOSÊ VEKIRIYE

Gunay, ani ziman ku şertên tecridê rê li pêş kaosê vekiriye û wiha got: "Ocalan ji girtiyên siyasî yên li Tirkiye di şertên cudatir û taybettir de tê hiştin. Tevî ku li gorî hiqûq u zagonan mafê wan yek e jî ji heman mafî sûdê nagirin. Muhatabê çareseriya demokratîk Birêz Ocalan e. Tecrîda mutlak a li ser Ocalan tê meşandin, li şûna aştî û çareseriyê kaosê pêş dixe û kûr dike. Di serdema ku Ocalan dengê xwe digîhand civakê bêtir aştî û aramî serdest bû. Lê piştî tecrîdê dest pê kir şer û alozî zêdetir bûn. Bi tecrîda li ser Ocalan tê armanc kirin ku aştiya mayinde ya li Tirkiye bi dawî bikin û rê li pêş şerekî bê dawî yê li Tirkiye vekin. Ji bo Çareseriya Demokratîk û aştiya mayinde divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Divê Ocalan bigêje şertên azad û tenduristî. Em bang li hemû parazvanen mafên mirovan û hiquqnasan dikin ku li diji tecridê û dengê xwe bilind bikin û li çareseriya demokratîk xwedî derkevin."

‘DIVÊ HEYETA SERBIXWE BIÇE ÎMRALIYÊ

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbkolê Prz. Gulseren Yolerî jî xwest tecrîd bi awî bibe û ji bo kaos rabe heyeta serbixwe biçe Îmraliyê. Yolerî, anî ziman ku tecrîd hemû mafên mirovan ji deste wan digire û xwest tecrîd bi temamî bi dawî bibe û wiha got: "Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk a mayinde kîlîta çareseriyê ye. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi lezgîn rabe. Biryarên di OHAL'ê de hatine girtin bila bên rakirin. Bila astengiyên li pêş hevrîtinê bên rakirin. Biha heyeta serbixwe ya bijişkan biçe Îmraliyê û tenduristiya Ocalan lêkolîn bike.

Nûnera TÎHV'ê yê Stenbolê Umit Efe jî anî ziman ku bi taybet li gorî şexs polîtîkaya tecrîdê di meriyetê de ye û di şexsê Ocalan de li ser gelekî tecrîd tê meşandin.

Berdevka OHP'ê ya Stenbolê Fatma Ozdemir jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ye.

BILA TECRÎD RABE

Rêvebera ÇHD'ê yê Stenbolê Neziha Eken jî anî ziman ku tecrîd rêbaz û amûra îşkenceyê ye û xwest êdî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Piştî axaftinan Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Îbrahim Bilmez, rapora 6 mehan bi raya gişti re parve kir.