Serlêdana 674'emîn jî hat redkirin

STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a hevdîtinê ji aliye Serkomariya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran a hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Bursayê ve hat redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ev bû 674 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tên astengkirin.

Li aliyê din parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî binpêkirina mafan a li ser Ocalan rapora 6 mehan ji raya giştî re aşkere kirin. Li gorî raporê di 6 mehan de daxwaza ziyareta 56 parêzer û 25 malbatan hatiye redkirin.