AMED – Tirkiyê çawa ku sala 2016’an bi binpêkirina mafên mirovan a giran pêşwazî kir, bi heman salê îşkenceyên giran derbas kir. Di sala 2016’an de hêrî kêm hezar û 622 mirov rastê îşkenceyên giran hat. Nûnerê TÎHV’ê ya Amedê Parêzer Bariş Yavuz derbarê îşkenceyên sala 2016’an de anî ziman ku dewlet deriyên îşkenceyê ji hêzên dewletê re vekiriye û got ku nava hemû naverokên lêpirsînan de danezanên îşkenceyan heye.
Li Tirkiyê wekî her sal 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan wekî her sal bi bîlançoya giran a binpêkirina mafên mirovan derbas dike. Sala 2016’an bi binpêkirina mafên mirovan a giran re, bîlançoya îşkenceyên giran re jî rû bi rû ma. Taybetî bajarên kurdan bi şer û pevçûnên di qewimire kiryarên îşkenceyên giran xwe nîşan da. Ji bilî binpêkirinê mafên mirovan û îşkenceyên giran a li heremê, piştî hewldana derbeya 15’ê Tirkiyê bi îlan kirina rêveberiya awarte îşkenceyên giran gihişt asta herî bilind.
120 ROJAN DE 90 HEZAR KES HAT BINÇAVKIRIN
Li gorî daneyên navenda Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye yê (TÎHV) 11 mehên 2016’an hezar û 622 kes di bin çavan de rastê îşkenceyên giran hatiye. Li gor hêjmarên piştî hewldana derbeyê 90 hezar kes hatiye binçavkirin û ji van 36 hezar kes hatiye girtin. Di nava girtiyan de 2 hezar 500 dozger û dadger, 6 hezar 500 leşker û ji 7 hezar pêhtir jî polîs heye. Li gel Peymana Dijî Îşkenceyê ya Yekbûyî ya Neteweyî ku ji aliyê Tirkiye yê ve jî tê naskirin, hezar û 622 kes yên ku bi avayek fermî serî lêdan kirî rastê îşkenceyê hatiye.
926 GIRTIYÊN NEXWEŞ GIRTÎGEHÊ DE NE
Li gor hêjmarên Wezîreta Edaletê li Tirkiyê bi giştî 197 hezar û 297 kes di girtîgehan de ne. Hêjmara girtiyan dema destpêka hikumet bûna AKP’ê 59 hezar her sal zêde bû û îşkenceyên giran jî bi xwe re anî. Dîsa gîrtîgehan de 331 jê giran 926 girtiyên nexweş hene.
’30 ROJ BINÇAVKIRIN BI SERÊ XWE ÎŞKENCE YE’
Nûnerê TÎHV’ê ya Amedê Parêzer Bariş Yavuz îşkenceyên giran a sala 2016’an nirxand û anî ziman ku li ser zêde bûna îşkenceyan 152 kes serî li saziyên mafên mirovan dane û got ku hêjmara serlêdanan îşkenceya heyî nîşan nade. Yavuz diyar kir ku kiryara 30 rojên binçavkirinê bi serê xwe îşkence ye û wiha axivî: “Dema qedexeyên derketina kolanan her kes hat binçavkirin û hat girtin. Mirov dema binçavkirin û girtinan de rastê îşkenceyên giran hatin. Rêveberiya awarte ji hêzên dewletê re bû mertal. Lê îşkence qedexeya biteqeziye.”
‘LI GIRTÎGEHÊ JÎ ÎŞKENCEYA BÊ ÊXLAKÎ’
Yavuz balkişand li ser nedarizandina hêzên dewletê ku îşkenceyên giran pêk tînin û wiha berdewam kir: “Destûra darizandinê ket destê Serokwezîr de. Destûr jî nayê dayîn û heya îro jî tû kes ne hat darizandin.” Yavuz destnîşan kir ku girtîgehan de jî îşkenceyên giran pêk tê û axaftina xwe wiha domand: “Mirov ji xwe dema binçavkirinê rastê îşkenceyê tê. Piştî hat girtin jî carek din li girtîgehê bi lêgerîna tazî rastê îşkenceya ji derveyê exlaqê tê.”
‘HÊZÊN DEWLETÊ JI DERIYÊN ÎŞKENCEYA DERBAS DIBE’
Yavuz bi lêv kir ku dewlet ji hêzên dewletê re deriyên îşkenceyê vekiriye û bi van deriyan xwe derbas dibin û wiha berdewam kir: “Binêrin di bin hemû lêpirsînan de danezanên îşkenceyan heye. Taybeyî dema qedexeya derketina kolanan her kesek rastê îşkenceyê hat. Hêzên dewletê heyf vekirinê nêz dibe. Mirov tê binçavkirin û kiryarên huqiqî tê kirin. Dive dewlet ji bo girtîna pêşiya îşkenceyan berbi îşkenceyê bigire.”
Yavuz herî dawî anî ziman ku kiryarên salên 90’î tûne ye û got ku dewlet li gor dem û pêvajoyê îşkenceyên cûda pêk tîne.
Ozgur Paksoy / Dewran Toptaş - dîhaber