ENQERE – Di dîroka Meclisê de hikumeta AKP'ê îmzeya xwe avêt binê sosretiyeke nû. Wekîliya Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer Ozturk û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi hinceta “Bêdewamiyê” hat xistin.
Di serdema hikumeta AKP'ê de her roj rûreşî û sosretiyek nû diqewime. TBMM’ê serî li sosretiyek nû da û cara yekemîn wekîliya Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer Ozturk û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ber "Bêdewamiyê" hat xistin. Di Lîjneya Giştî ya Meclisê de 344 deng hatin bi har anîn. Di encama hilbijartinê de 324 deng hatin qebûlkirin û 20 dengê red jî hatin bikaranîn. Parlamenteriya Sariyildiz û Hezer bi 324 dengan bi hinceta “bêdewamiyê” hat xistin.