Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê di serdegirtina malan de navên 6 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan duh saetên serê sibê bi ser gelek malan ve girtibûn. Duh hejmar û navê kesên binçavkirî nehatibû zanîn. Li gorî agahiyên xizmên binçavkiriyan dan di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn ji ber kîjan hincetê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.

Navê kesên hatîn binçavkirin wiha ne: Şukru Batu, Osman Batu, Ferît Toy, Turan Karadenîz, Deham Aykut û navê kesekî jî nehat zanîn.