ŞIRNEX – Qaymeqamê Elkê yê berê Kadîr Guntepe dema li ser peywirê bû, der barê nirxên kurdan de gelek parvekirinên nijadperest dikirin, piştî ji lêpirsîna "Endamtiya Cemaeta Gulen" ji peywirê hat girtin, li cihê wî Murat Şener hat tayînkirin, Şener jî wekî Guntepe parvekirinên nijadperest kirin. HDP'ê parvekirinên Şener bir Meclisê.
Qaymeqamê Elka Şirnexê Kadîr Guntepe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinên nijadperest û zayendîperest dikirin. Piştî ji doza "Endamtiya Cemaeta Gulen" ji peywirê hat girtin, Murat Şener ê li cihê wî hat bicihkirin jî bi heman parvekirinên nijadperest û zayendîperest hat rojevê.
Piştî TSK'ê di 24'ê Tîrmehê roja Duşemê daxuyaniyek da û îdia kir ku li Zozanên Faraşînê 6 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane, Şener, li ser hesabê "@senermurat" ev tişt parve kir: "Faraşîn... 6 mirar... paqij... bê zeîat... şukir..." Parvekirinên Şener ên ku ji derveyê exlaqê mirovahiyê, li ser medyaya civakî rastî gelek bertekan hat.
Karhînerên medyaya civakî parvekirinên Guntepe bi bîr xistin û wiha gotin: "Kesê ku tu hatî cihê wî jî ji cenazeyan re digot mirar û xwîn vedixwar. Ji wî re jî li çepikan didan. Dibe ku Byloka te ya sor hebe. Kê dizane" û bertekên xwe dan nîşan.
BIRIN MECLISÊ
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê aycan Îrmez bertek nîşanê parvekirinên Şener da û mijar bir meclisê û xwest Wezîrê Karê Hundur Sulêman Soylu bersivê bide pirsên wê.