Dê Stenbol piştgiriyê bide ‘Nobeda Wîjdan û Edaletê’

STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê bide "Nobeda Wijdan û Edaletê" dê îro di saetên êvarê de çalakiya deng derxistinê bide destpêkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya HDP’ê ya “Nobeda Wîjdan û Edaletê” ya li Amedê daye destpêkirin, dê li Stenbolê jî çalakiya deng derxistinê pêk bîne. Çalakî dê li tevahiya Stenbolê bê lidarxistin. Ji îro saet di 21.00’an de deng derxistin, qorna û çirayên malan vêxin û vemirînin.