Sariyildiz: Em ê wekîltiya gelê xwe dewam bikin
Hezer: Em ê teqez biserkevin

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer Ozturk piştî wekîltiya wan hat xistin, bertek nîşanê vê bê hiqûqiyê dan. Sariyildiz wiha got: “Em ê wekîltiya gelê xwe berdewam bikin. Dîktatorê dîrokê yê herî trajîkomîk dê ji darizandinê rizgar nebe.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li dijî xistina wekîltiyê berteka ewil nîşan da. Sariyildiz li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Em ê wekîltiya gelê xwe berdewam bikin. Dîktatorê dîrokê yê herî trajîkomîk dê ji darizandinê rizgar nebe.”

Parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk jî li dijî xistina wekîltiya xwe nerazîbûn nîşan da. Hezer jî daxuyaniya ewil li ser hesabê xwe yê twîtterê da. Hezer wiha got: “Peywîra ku gelê me daye me û soza me daye gelê xwe dê bi biryara dij rewa ya tifaqa faşîst neguhere. Teqez em ê bi ser kevin.”