RIHA - Esnafê bi navê Mustafa Demîr li Kaniyaxezalan hat binçavkirin.
Welatiyê 24 salî yê bi navê Mustafa Demîr ku li navçeya Kaniyaxezalan a Rihayê esnaftiyê dike, di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Polîsên li malê lêgerîn pêk anîn û her der serobin kirin, piştî lêgerînê Demî binçav kirin.
Hat gotin Demîr birine Şaxa TEM'ê ya Kaniyaxezalan.