Çiyayê Tendurekê bi dijwarî tê bombekirin

AGIRÎ – Herêma Çiyayê Tendurekê ya ku bi mehan e liv û tevgera leşkerî lê didome, bi helîkoptêran tê bombekirin.

Herêma Çiyayê Tendurekê ya di navbera navçeyên Bazîd-Giyadîn yên Agirî û navçeya Ebexa Wanê de ye, bi helîkoptêran tê bombekirin. Bi mehan e li herêmê liv û tevgera leşkerî didome. Di saetên serê sibê de, artêşa tirk qadên Girê Nêriya, Şikeft û Şehîd bombe dike. Êrîşên bombeyî ji gundê Tutek, Boyalan, Kurtika û Mîrzecanê tê dîtin û dûxan ji herêmê bilind dibe.

HENDEK KOLANE

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, bi sedan leşker û tîmên taybet 3 roj e li heremên Tutek, Hecî Xalis Komu û Girê Şehîd hatine bicihkirin. Leşker li herêma tê bombekirin ji duh ve hemû rêyên diçin zozan û gundan dikole û xendekan li ser rêyan çêkirine.

‘DIXWAZIN ME JI GUND DERXIN’

Li herêmê jiyana welatiyan di bin xetereyê de ye û welatî di çûn û hatinê de demên dirêj di lêgerînê de tên sekinandin. Welatiyê ku nexwest navê xwe bêje, ev tişt got: “Dema em serê sibê ji gund derdikevin, em di lêgerînê re tên derbaskirin. Dema em êvarê dizivirin dîsa dikevn lêgerînê. Em nizanin em ê çibikin û biçin ku. Bi şev û roj kemînan li derdora gundan datînin. Çi li van deran heye? Armanca wan ew e ku gundên me vala bikin.”

Welatiyek din jî ku nexwest navê xwe bêje wiha got: “Hemû xizmên me li zoznan e. Van xendeqan kolane dê xizmên me çawa ji zozanan bên û dê kîjan rêyê bi kar bînin. Hemû gundên herêma Tendurekê di dorpêça leşkeran de ye.”