Zeviyên Sitlîliyê ji duh şevê ve dişewitin



MÊRDÎN
- Ji ber gulebarana leşkeran ji duh şevê ve zeviyên gundê Sitlîliyê dişewitin. Gundî bi derfetê xwe hewl didin agir bitefînin, lê belê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.

Duh Walîtiya Mêrdînê saet di 22.00'an de heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve li gundê Sitlîlê, Kurikêistilil û Hebîsê ku girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ne îlan kir.

Şevê din pîştî qedexe hat îlankirin polîs û leşkeran derdora gundê Sitlîlê gulebaran kirin û ji ber vê agir bi zeviyên gund ket û ji şevê din ve agir nehatiye vemirandin. Îro, danê sibehê welatiyên gund ji bo agir bitefînin berê wxe dan herêmê, lê belê heta niha nehatiye kontrolkirin.