MÊRDÎN - Qedexeya derketina kolanan ku li gundê Sitîlîlê, Kurikêstlîlê û Hesîbê ên girêdayî Nisêbînê hatibû îlankirin bi dawî bû.
Qedexeya derketina kolanan ku duh ji aliyê Walîltiya Mêrdînê ve li gundê Sitîlîlê, Kurikêstlîlê û Hebîsê yên girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû îlankirin, îro bi dawî bû. Walîtiyê di malpera xwe ya fermî de daxuyand ku qedexeya ku li her sê gundan hatibû îlankirin îro saet di 15.30’an de hatiye bidawîkirin.