Nûçegîhanên me Akman hat berdan, Alayumat hat girtin

EDENE - Nûçegihanên me Erdogan Alayumat û Nûrî Akman ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê Erdogan Alayumat biryara girtinê û der barê Nûrî Akman de jî bi şertê venêrîna edlî biryara berdanê da.

Nûçegihanên me Erdogan Alayumat û Nûrî Akman ku dema li xeta sînor a Hatay-Dîlokê nûçe dişopandin hatin binçavkirin, piştî 14 rojên binçavkirinê, ji aliyê dozgeriyê li ser îdiayên "Endamtiya rêxistinê", "Alîkariya rêxistinê", "milîsî û tevkariya li ser navê rêxistinê" û "Îfşakirina sirên Dewleta Komara Tirkiyeyê" bi daxwaza girtinê sewqî 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.

Piştî tespîta nasnameyê nûçegihanê me Erdogan Alayumat îfadeya xwe ya li muduriyeta polîsan dubare beyan kir û diyar kir ku ew tawanbariyên îstinadî wî tên kirin qebûl nake. Alayumat îfadeya xwe wiha domand: "Hemû fealiyetên min têkildarî karê min in. Ne mumkun e ku ji ber van fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê bêm tawanbarkirin. Der barê wêneyên di telefon û kompîtura min de, min di îfadeya xwe ya li emniyetê de agahî dabûn. Ez wê îfadeyê dubare dikim. Wêneyên ku dişibin wêneyên min kişandine di gelek ajansên nûçeyan de tên weşandin. Dema ez karê xwe dikim ez mehane pereyekî sabît wernagirim. Li gor karê ez dikim pereyan werdigirim. Ji ber vê heta ku ji destê min tê bêtir nûçeyan çêdikim. Wêneyên hatine kişandin jî ji ber vê ne."

Paşê parêzer Suphî Zarîf jî diyar kir ku tiştekî deraqiliye ku muwekîlê wî bi casûstiyê tê tawanbarkirin û wiha got: "Bi casûsiyê tê tawanbarkirin, lê nediyar e ku casûsê kîjan welatî ye. Ew rojnameger e. Rojnamegerî wek casûsiyê hatiye şîrovekirin." Zarîf di berdewamiya parêziya xwe de diyar kir ku ev tawanbariyeke nemunasib e. Zarif, anî ziman ku navnîşana muwekîlê wî diyar e û ji ber ku hemû delîl hatine komkirin divê muwekîlê wî serbest bê berdan an jî bi şertê venêrîna edlî bê berdan.

Nûçegihanê me Nûrî Akman jî, beyan kir ku ji ber fealiyetên xwe yê rojnamegeriyê ew li Hatayê ye û tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake.

Paşê heyeta dadgehê navber da darizandinê. Piştî navberê heyetê daxwaza girtina wan a bi "endamtiya rêxistinê" red kir, lê belê bi îdiaya "Sirên Dewleta Komara Tirkiyeyê yên divê neyên aşkerekirin îfşa kiriye" biryara girtina Erdogan Alayumat da û der barê Akman de jî bi şertê "qedexekirina derveyî welat" û "venêrîna edlî" biryara berdanê da.