Rojnameger Şerife Oruç nehat berdan

ÊLIH - Yekemîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhana DÎHA'yê Şerife Oruç ku salek e di girtîgehê de ye li Êlihê hat dîtin. Rojnameger Oruç, hemû îdîayên der barê xwe de red kir û tahliyeya xwe xwest. Heyeta dadgehê biryara berdewama girtinê da û doz taloqî meha Cotmehê kir.

1'emîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhana DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Oruç ku saleke di girtîgehê de ye li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat dîtin. Rojnameger Oruç ku bi îdîaya "Endama Rêxistinê" tê darizandin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Di rûniştina dozê de Rojnameger Oruç û ji heman dosyaya dozê bersûc Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç, bi riya SEGBİS'ê tevlî rûniştinê bûn. Piştî tespîta nasnameyan, danişîn bi xwendina îdîanameya der barê Oruç de dest pê kir.

Oruç, bi kurdî parastin kir û diyar kir ku ew dixwaze bê û li eywana danişînê parastinê bike. Oruç, anî ziman ku ew naxwaze bi riya SEGBÎS'ê îfadeyê bide û ji bo wekî mafê bêdengiyê neyê hesipandin parastinê dike. Oruç da zanîn ku ew ji bo serdana xizmên xwe bike çûye Êlihê û wiha got: "Beriya ez biçim cem malbata xwe ya li Manîsayê ye, min xwest xizmên xwe yên li Êlihê bibînim. Dema ez çûm otogarê ez rastî pismamê xwe hatim. Min pismamê xwe Emrullah bi tesadufî dît. Demek dirêj bû min ew nedîtibû. Ji ber li otogarê qelebalix zêdebû me maşîne da rawastandin û em li maşîna kesê bi navê Muzaffer siwar bûn. Hemû idîayên der barê min de ne rastin. Ez qet ji polisan nereviya me û îdîayên der barê min de tev şaş in."

‘EZ ROJNAMEGER IM'

Oruç, der barê çûyina wê ya Sûrê jî anî ziman ku ew rojnameger e û hemû gera wê û çûyina wê ya Sûrê jî ji ber ku rojnameger e çûye Sûrê. Oruç, dest nîşan kir ku ew rojnameger e û hemû xebatên wê jî li ser rojnamegeriyê ne û wiha got: "Ez neçûm cihê şer. Kesên tê îdîakirin jî wan nas nakim. Kesên navê wan derbas dibe tu kesî nas nakim. "
Bersûc Emrullah Oruç jî anî ziman ku xizmên hev in û dema diçûn Bismilê tesadufî li otogarê rastî hev hatine.

Parêzeran jî parastin kirin û diyar kirin ku muwekilên wan salek e bê delîl girtî ne û xwest muwekilê wan ê salek e mexdûr bûne serbest bên darizandin.

Parêzerê Şerîfe Oruç Mesut Aydin, anî ziman ku tu eslê van îdîayên der barê muwekilê wî de ne rastin û bi armanca bên sûcdarkirin hatine amadekirin.

JI BO KU DI DÎHA DE XEBITIYE WEKÎ HEDEF HAT NÎŞANDAN

Aydin, dest nîşan kir ku muwekila wî di DÎHA derojnameger e û ji ber ku di DÎHA'yê dixebitî weke hedef hatiye hilbijartin.

Heyeta dadgehê piştî navberê ji bo delîlên kêm bên komkirin, biryara girtî bê darizandin doz taloqî 26'ê Cotmehê kir.