Li Geverê 3 kes hatin binçavkirin

COLEMÊRG- Li Geverê polîsan bi şev bi ser gelek malan de girt. Jinikeke ku pitika wê heye jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin.

Li Gevera Colemêrgê polîsan bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Polîsan saet di 02.00'yê şevê de bi ser Taxa Gungorê de girt û pêlik dan ber mala welariyê bi navê Sefer Alper. Paşê polîsan derî û pace şikandin û ketin hudnur. Polîsan hemû amûrên li malê şikandin û kesên li malê jî derb kirin. Paşê polîsan Sefer Alper, hevjîna wî Felek Alper ku pitika wê ya biçûk heye û birayê Sefer, Alî Alper binçav kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku polîsan li taxê bi ser gelek malan de girtiye û di serdegirtinan de bi dehan welatî hatine binçavkirin.