ROJANE
*Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, balê kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Ji hikûmetê bigire heta Wezareta Dadê û Gerînendetiya Giştî ya Girtîgehê hemû berpirsiyarê vê neheqiyê ne. Em ê van berpirsiyariyên wan tim li ser çavên wan bixin û ji wan re vebêjin."
*Li Cizîrê garisên ku bi awayekî kolektîf tên amadekirin, ji bo welatiyan dibin çavkaniya debarê. Nuriye Beldemir, diyar kir ku nêzî 7 salan e ku ew garisên tên kelandin paqij dike. Beldemir, got ku lê belê ew heqê ekda xwe nastînin.
*Li 3 jê girtî 11 zarokên ku li Sûrê asê mabûn, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hatibû birîn. Dadgehê hinceta biryara cezakirinê daxuyand. Dadgehê ji bo 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê yê li F.Y. yê 16 salî birî, wek delîl 5 perçeyên şarapnelê yên ji bedena F.Y. hatin derxistin nîşan da.
*Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi gotinên wekî "Ev alîkariya doçentî çî ye" nîqaşa di vê der barê de di raya giştî de rê li pêşiya fikarên nû vekir. Prof. Dr. Nîlgun Toker diyar kir ku rêvekirina li pêşiya vê nîqaşê manîpulasyon e û ev tişt gotin: "Ev, li zanîngehan îşareta avanî, sererastkirin û kadrobûyîneke nû ye."
*Li Xanesora Şengalê wêneyên malbatî yên malbatên êzidî yên ku di dema DAIŞ'ê de bêyî tiştekî bi xwe re bibin ji neçarî malên xwe terikandin, bîranînên êzidiyan di sûretê mirovan de zînde dikin.
*2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, cara sêyemîn daxwaza yekkirina dosyeya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş pê girtiye û dosyeya doza Yasin Boru red kir. Parêzerê Demirtaş Mahsûnî Karaman, diyar kir ku ji niha û pê ve tu biryareke derbasdar ku muwekîlî wî pê girtî bimîne nemaye. Karaman, got ku ew ê ji bo tehliyeyê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî bidin.
*Baroya Amedê, ji bo dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê li Sûra Amedê hat qetilkirin û ji bo lêpirsîn bi awayekî lez û çalak bê birvebirin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)
*HDP, dê der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ku 4 roj in didome de li Parka Ekîn Cerenê daxuyaniyê bide.
*Wê Nimêja Înê li nêzî Parka Ekîn Cerenê ku "Nobeta Wijdan û Edaletê" lê hatiye destpêkirin bê kirin. (12.30)
* Yekemîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girti 17 rojnameger tên darizandin dê di roja 5'emîn de li 27'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê berdewam bike. (10:00/12:30)
* Çalakiya kedkarên ku ji kar hatin avêtin ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 142 rojin di greva birçîbûnê dene li Kolana Yukselê 261 roj berê dabû destpêkirin dê berdewam bike. (13.30-18.00)
ABORÎ
*Welatiyê bi navê Rahîm Ozturk ev 30 sale karê cotkarî û sewalkariyê dike. Ozturk got ku polîtîkayên dewletê sewalkarî qedandiye.