Parêzerê Ocalan: Em ê berpirsiyariyên wan bînin bîra wan

STENBOL - Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Ji hikûmetê bigire heta Wezareta Dadê û Gerînendetiya Giştî ya Girtîgehê hemû berpirsiyarê vê neheqiyê ne. Em ê van berpirsiyariyên wan tim li ser çavên wan bixin û ji wan re vebêjin."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin, tam 674 caran serî li dozgeriyê dan, lê belê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Parêzerên baroyê der barê vê rewşê de rapora 6 mehan ku amadekiribûn daxuyandin. Di raporê de hat dest nîşan kirin ku di 6 mehên dawî de 56 serlêdanên parêzer û 25 serlêdanên malbatan hatine redkirin. Yek ji parêzera Ocalan, Rezan Sarica der barê vê rewşê û tiştên ku dê ji niha û pê ve bikin de axivî.

Sarica, anî ziman ku ji 1999'an ve tecrîda li ser Ocalan dest pê kiriye û wiha got: "Di vê pêvajoya girtîgehê de ji bilî mehrûmkirina azadiyê, divê hemû mafên wî bên naskirin. ji bo bikaranîna hemû mafên xwe divê şert û merc bên peydekirin. Lê ev tişt nayên kirin." Sarica, diyar kir ku wek wan di raporê de jî diyar kiriye ku divê Ocalan di warê azadiya ramaanê û xwevegotinê de, di warê daxuyaniyên ji bo raya giştî de û daxuyaniyên ji bo malbat û parêzerên xwe, di warê darizandineke adil û mafê parêzeriyê de divê hemû mafên xwe bi kar bîne û ji bo vê jî divê beriya her tiştî şert û mercên girtîgehê bên başkirin. Sarica, got ku lê belê ji van mafan yek jê jî nayê bikaranîn. Sarica, dest nîşan kir ku ev maf hemû hatine binpêkirin û ji ber vê yekê pergala tecrîdê çêbûye û ev veguheriye rewşeke sîtematîk.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Sarica, anî ziman ku der barê binpêkirina mafan de wan hem di warê huqûqa hundurîn hem jî di warê ya navnetewî de gelek serlêdan kirine û wiha axivî: "Divê daraza Tirkiyeyê, daraza navnetewî yanî beriya her tiştî divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT van binpêkirinên mafên mirovan bibînin. Ev derhuqûqî, ev neheqî li dijî rûmet û ehlaqê mirovan e. Divê merciyên berpirsiyar vê yekê bibînin ku ber bi muameleyeke kirêt, ber bi îşkenceyê ve diçe." Sarica, dest nîşan kir ku ji bo ev mercî van neheqî û derhuqûqiyan bibînin çi ji destê wan bê ew ê bikin û di vî warî de ew ê tim bitêkoşin.

‘EM Ê TIM LI SER ÇAVÊ BERPIRSIYARAN BIXIN'

Sarica, anî ziman ku wan di raporê de geşedanên xwe dane der û rewşa huqûqî ya heyî ku Ocalan di nav de ye bi awayekî hûrguliyane daxuyandine û wiha got: "Rapor diyar kir ku li Îmraliyê huqûq rûxiyaye, tu maf û azadiyên bingehîn û huqûq ne derbasdar in." Sarica, anî ziman ku ew ê li hemberî van binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê bêdeng nemînin û wiha domand: "Em ê tim serî lê bidin. Ji hikûmetê bigire heta Wezaareta Dadê û Gerînendetiya Giştî ya Girtîgehê hemû berpirsiyarê vê neheqiyê ne. Em ê van berpirsiyariyên wan tim li ser çavên wan bixin û ji wan re vebêjin. Di saleke dawî de hemû serlêdanên hatin kirin ji aliyê Dadweriya Înfazê ve hatin redkirin. Hincetên redkirin, ecêbî û sosretiya huqûqê ne. Çimkî di nav biryarê de, madeyên der barê girtiyan de wek hincet hatine nîşandan. Ev xetayeke fahîş a huqûqê ye. Lê ev ji xetayekê wirdetir qesdekê di xwe de dihebîne."

'DÊ SERLÊDANÊN ME DEWAM BIKIN'

Sarica wiha domand: "Baş dizanin ku der barê hikumxwaran de biryareke wisa dernakeve holê. Ji ber vê biryareke wisa ya der barê sînordarkirina girtiyan de derxistine. Ev jî tê wateya binpêkirina berpirsiyariyê. Em li Komîsyona Bilind a Dadwer û Dozgeran giliyê merciyên darazî, Dadweriya Înfazê, Dadgeha Cezayê Giran û dozgerê ji girtîgeh berpirsiyar yên ji bo vê biryarê îmze dane bikin. Ev biryar di mewzûata Tirkiyeyê de teqez bûye. Niha li Dadgeha Makeqanûnê veguheriye rewşeke serlêdanê. Lê ne mumkune ku mirov vê biryara biqusûr rewa bibîne. Ji ber vê yekê em difikirin ku serî li Wezareta Dadê bidin. Dê di demên pêş de serlêdanên me û ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanên me parêzeran û malbatê bidomin."