ŞIRNEX- Li Cizîrê garisên ku bi awayekî kolektîf tên amadekirin, ji bo welatiyan dibin çavkaniya debarê. Nuriye Beldemir, diyar kir ku nêzî 7 salan e garisên tên kelandin paqij dike, lê heqê keda xwe nastînin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dema serê sibê kamyona garisan dikeve Taxa Dîcleyê liv û tevgerek çêdibe. Niştecihên taxê bi dengê qorneyê hişyar dibin û ji bo paqijkirinê garisên ku ji Edene, Dîlok û Mêrsînê hatine didin ser pişta xwe û dibin malê. Niştecihên taxê garisan dibin hewşên xwe û li wir dest bi paqijkirina wan dikin.
Serê sibê saet di 08.00'an de qoçanên garisan ji rîşên wan tên paqijkirin û ev kar heta saet 10.00'an didome. Qoçanên tên paqijkirin di mencêyan de li ser kuçik tên kelandin. Piştî tên kelandin ji bo firotinê di sîtilên tableyan de cihê xwe digirin. Piştî ku welatî van garisên hatine paqijkirin û kelandin didin tablevanan, dahata bi dest dikeve jî li hev parve dikin.
7 SAL E VÎ KARÎ DIKE
Nûriye Beldemîra 50 salî ku 30 sal berê ji Sêrtê hatine û li Cizîrê bi cih bûne wiha got: "Dê û bavên me ji bo xebatê dihatin Cizîrê. Lê belê em bi temamî hatin û bi cih bûn. Ev nêzî 7 sal in ku ez, hevjînê xwe û zarokên xwe garis dikirin, paqij dikin û difiroşin. Em bi vî awayî debara xwe dikin."
DEV JI KARKERIYA DEMSALÎ BERDAN
Naîf Beldemîr jî anî ziman ku ew û malbata xwe bi salan e diçûn Mêrsînê û wek karkerên demsalî dixebitîn, lê belê piştî qezayek hat serê wan êdî wan dev ji karkeriya demsalî berdaye. Beldemir wiha axivî: "Li Sêrtê piştî zarok çêbûn, êdî min nikaribû debara malbata xwe bike. Me bi heqê xwe li heywanan dinihêrî, karkeriya çandiniyê dikir. Paşê her sal meha Îlonê wek karkerên demsalî em diçûn Mêrsînê. Rojekê dema ez û 35 kesan ji Edeneyê ber bi Mêrsînê ve diçûn, kamyoneta em tê de bûn qelibî. Em hemû birîndar bûn. Paşê me dev jê berda."
'EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN'
Beldemîr, anî ziman ku ev nêzî 7 salan e ku ew vî karî dikin, lê belê ew heqê keda xwe nastînin. Beldemîr wiha domand: "Serê sibehê kamyon tê. Em heba qoçaneke garis bi 60 qurişî dikirin. Paşê em paqij dikin û dikelînin. Yanî gelek zehmetiya wê heye. Lê li gel ewqas zehmetiyê jî em qoçanekê bi lîreyekê difiroşin. Em 15-20 lîreyî jî didin tablevanê ku garisan difiroşe. Yanî heqê êzinga jî ji kîsê me ye. Lê em ji mecbûrî vî karî dikin. Heta ku em birçî bimînin, em razî ne vê zehmetiyê bikşînin."
'EM BI TEVKARIYÎ DEBARA XWE DIKIN'
Beldemîr, diyar kir ku ew bi tevkariyî debara mala xwe dikin û wiha got: "Ez, hevjînê min û zarokên min em bi tevkariyî debara xwe dikin. Em alîkariya cîranên xwe jî dikin. Ma em aliyê hevdu nekin dê kî bike? Em havînan garis dikelînin. Garis jî wisa bi rihetî nayên firotin. Zabite nahêlin em li navenda bajêr bigerin. Qaşo em çûnhatinê eware dikin. Ji me re dibêjin biçin taxan."