Dadgehê şarapnelê ji laşê wî derket 'delîl' nîşan da

AMED - Dadger 3 jê girtî li 11 zarokên li Sûrê asê mabûn, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî bû. Dadgehê ji bo 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê yê li F.Y. yê 16 salî birî, wek delîl 5 perçeyên şarapnelê yên ji bedena F.Y. hatin derxistin nîşan da.

Piştî qedexeya derketina kolanan ku di 28'ê Mijdara 2015'an li Sûra Amedê hat îlankirin, li navçeyê pevçûn derketin û 104 rojan domandin. Di dema pevçûnan de gelek sivîl li navçeyê asê mabûn. Ji van sivîlên li navçeyê asê mabûn du kom di navbera 3-7'ê Adara 2016'an de ji navçeyê hatibûn tehliyekirin. Di dema tehliyekirinê de der barê 3 jê girtî 11 zarokan de doz hatibû vekirin. Di dozê de bi giştî 36 sal cezayê girtîgehê li her 11 zarokan hatibû birîn. Dadgehê hinceta biryara cezakirinê daxuyand.

Di biryara hincetî ya 33 rûpelan ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê ve hat nivîsandin de, zarokan di parastinên xwe de diyar kir ku ew çûne Sûrê û li wir asê mane û ew tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nakin. Di rapora pisporiyê ku der barê bermayiyên çekan antîmon, HDX û RDX û hwd. de hat amadekirin de hat diyarkirin ku nayê zanîn ku ka ev bermayî çawa li kinc û bedena mirovan peyda bûne û ji bo agahiyên hewcedar divê serî li nêrînên Şaxên Gerînendetiyên Îmhakirin û Lêkolînkirina Bomebyan bê dayîn. Li gel vê tespîtê dîsa jî dadgehê der barê van bermayiyên ku li kincên zarokan peyda bûne rapor nexwest û van beramyiyan wek "delîl" nîşan da.

Yek ji van zarokên ku ceza lê hat birîn jî F.Y. yê 16 salî ye. Di biryarê de hat diyarkirin ku dema F.Y. hatiye zevtkirin birîndar bûye û ji ber vê hatiye emeliyatkirin û di dema emeliyatê de 5 perçeyên metal ên teqemeniyan ji bedena wî derketine. Dadgehê derpêş kir ku di van perçeyan de bermayiyên madeyên teqemeniyên yên wek HMX, RDX û TNT'ê hatine tespîtkirin û hatiye fêmkirin ku ew endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê tevgeriyaye.

DER BARÊ DOZÊ DE

Di meha Hezîranê de dadgehê biryara xwe ragihandibû. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" herkê 2 sal û 6 meh li M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A ku bi awayekî negirtî tên darizandin birîbû û cezayê wan taloq kiribû. Dadgehê li zarokên bi navê R.A., R.H. û Ş.A. jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" herkê 3 sal û 4 meh û li zarokên bi navê F.Y. û M.Ç ji herkê 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birîbû. Her wiha li zarokê bi navê O.S. jî 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîbû. Dadgehê bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li 11 zarokan birîbû û her wiha der barê 3 zarokên ku 17 meh in girtîne de jî biryara berdewamiya girtina wan dabû.

Parêzerên zarokan ji bo temyîzê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabûn.