'Dest datînin ser zanîngehan'

ÎZMÎR – Gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a "Ev alîkariya doçentî çî ye" di raya giştî de rê li pêşiya niqaş û fikarên nû vekir. Prof. Dr. Nîlgun Toker diyar kir ku rêvekirina li pêşiya vê nîqaşê manîpulasyon e û wiha got: "Ev, li zanîngehan îşareta avanî, sererastkirin û kadrobûyîneke nû ye."

Piştî di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyên di Hikme Qanûnê de (KHK), bi komî bi sedan akademîsyen ji kar hatin avêtin. Nîqaşên di vî warî de hîn dewam dikirin, Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan mijareke ku akademîsyenan eleqedar dike xist rojevê.

Erdogan bi vê axaftina xwe tevgereke kadrobûnê ya piştî darbeya 1980'yan anî rojevê û ev tişt gotin: "Ji rektoriyên li welatên me ricayeke min heye. Me ev bi Serokê YOK'ê re jî axivî. Ji bo Xwedê ev alîkariya doçentiyê çî ye? Ka vê li ber çavan derbas bikin. Em pêşî li Alîkariya Doçentiyê digirin."

Hîndekara Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Nilgun Toker ku bi KHK'ê hat îxrackirin van gotinên Erdogan nirxandin.

Toker aşkera kir ku rêvekirina li pêşiya mijara Alîkariya Doçentiyê bi temamî manîpulasyon e û piştrast kir ku ew jî di nav de, di camiaya akademiyê de beşeke zêde Alîkariya Doçentiyê wek tiştekî "eletewşî" dibîne û di vê statuyê de dinirxîne. Toker da zanîn ku Alîkariya Doçentiyê ji bo kesên doktoraya xwe temamkirine sepandineke pîvekî ye û wiha got: "Ji xwe berê tune bû. Piştî 12'ê Îlonê bi avakirina YOK'ê re ev statu anîn. Yanî kadrotiya îdarî ye. Kesên ku doktoraya xwe qedandibe, dikare perwerdehiyê bidin. Li gorî min ne kadroyek akademîk e jixwe. Ez tev li peyva 'Eletewş a alîkariya doçentiyê' dibim; lê di vir de tiştek din heye. Ez ne bawerim ku ew nû di ferqa vê eletewşiyê de bin. Ev 30 sal e ku her kes hay ji vê yekê heye."

‘DIXWAZIN QADÊN KONTROLKIRÎ AVA BIKIN’

Toker dest nîşan kir ku divê nîqaş li ser kadrotiya Alîkaroya Doçentiyê neyê kirin û wiha domand: "Li vir rewşeke bypasskirî heye. Wekî her carê, li ser axaftinan manîpulasyonek tê kirin. Tiştekî rast li ser planeke mezin pêk tîne û rê li pêşiya nîqaşeke şaş vedike. Li zanîngehan tevgereke qadrotiyê dest pê kir. Tişta bê nîqaşkirin divê ew be ku, li zanîngehan tevgereke kadrotiyê ya çawa dane dest pê kirin? Dê kê/î bikin hîndekar? Em di serdemeke aloziyî de ne. Hêj aloztir dikin."

'WEKÎ SERDEMA 12'Ê ÎLONÊ, TEVGEREKE KADROBÛNÊ YE'

Toker bi bîr xist ku di serdema OHAL'e de herî kêm 4 hezar kes hatine îxrackirin û wiha domand: "Di warê personelên akademîk de valahiyeke cidî heye. Ez di wê baweriyê de me ku, ji nû ve plana sererastkirinekê tê kirin. Dê bi lez û bez kadrotiyê bidin hinekan, dê hin kes bibin kadroyên perwerdehiyê û dibe ku destûr ji vê re derkeve. Di serdema 12'ê Îlonê de jî hin kes bi lez û bez li fakulteyan hin kes kiribûn hîndekar. Pişt re ev mamoste bûbûn kadroyên akademîk. Bi taybetî MHP'ê li zanîngehan kadroyên xwe wisa bi cih kiribû. Niha jî wekî wê sererastkirinek tê kirin."

Toker aşkera kir ku ev desteserkirina zanîngehan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ""Ev, li zanîngehan îşareta avanî, sererastkirin û kadrobûyîneke nû ye."