ŞENGAL - Li Xanesora Şengalê wêneyên malbatî yên malbatên êzidî yên ku di dema DAIŞ'ê de bêyî tiştekî bi xwe re bibin ji neçarî malên xwe terikandin, bîranînên êzidiyan di sûretê mirovan de zînde dikin.
Di dîroka civata êzidî de êrîşa DAIŞ'ê ya sala 2014'an ku êrîşî Şengalê kiribû wek "Fermana 73'yan" cih xwe girtiye. Beriya vê êrîşê ango fermanê gelheya Xaneseroê 50 hezar bû, niha nêzî 6 hezar mirov lê dijîn. Malbatên piştî êrîşa DAIŞ'ê vegeriyan Xanesorê, gihaştin mal, milk û bîranînên xwe. Lê belê di malên Xanesorê yên hatine terkirin jî wêne û eşyayên perçekirî hene. Wêneyên malbatî yên li dîwaran daliqandî hema bêje ruhê rabirdûyî yê zuhumî dide der. DI hin wêneyên ku di van malan de li objektîfa me aliqîn de, wêneyên daweta ferdên malbatê yên mezin, wêneyên zarokên malbatê û her wiha wêneyên ferdên malbatê yên bi tena serê xwe hatine kişandin li ber çavan dikevin.
Wêneyên malbatî yên li dîwarên malên Xana Kevn û wêneyên li dîwarên malên Xanesora nûjen daliqandî, piştî fermanê hîn jî bîranînên êzidiyan di sûretê mirovan de zînde dikin.
Selami Aslan-dihaber