Gelo dixwazin çi bikin ji dosyeya Demirtaş?

ENQERE- 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, cara sêyemîn daxwaza yekkirina dosyeya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş pê girtiye û dosyeya doza Yasin Boru red kir. Parêzerê Demirtaş Mahsûnî Karaman, diyar kir ku ji niha û pê ve tu biryareke derbasdar ku muwekîlî wî pê girtî bimîne nemaye. Karaman, got ku ew ê ji bo tehliyeyê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî bidin.

19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş pê girtiye dinihêre, careke din hewl da ku dosyeya ku niha Demiratş pê girtiye û bi dosyeya kesên ku di dema çalakiyên 6-7'ê Cotmehê yên Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dan û di raya giştî de wek dosyeya Yasin Boru tê zanîn bê yekkirin. Lê belê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li dosyeya Yasin Boru dinihêre vê biryara 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê red kir û diyar kir ku di vî warî de berpirsiyariyeke Demîrtaş tune ye.

Parêzerê Demirtaş, Parêzer Mahsunî Karaman biryara 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê û biryara ku ji Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê re hat şandin nirxandin. Karaman, dest nîşan kir ku redkirina daxwaza yekkirina dosyeyan a ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryareke girîng e. Karaman biryara dadgehê bi van gotinan şîrove kir: "Nexwe hîn li Enqereyê dadger mane."

Karaman, anî ziman ku di warê hikmên usûlî yên asayî de biryareke rast hatiye dayîn. Karaman, diyar kir ku dadgeha ku 3 sal in dosyeya Yasin Boru lêkolîn dike gotiye "Di vê mijarê de berpirsiyariyeke huqûqî ya Demiratş tune ye". Karaman dest nîşan kir ku ev gotineke zaf girîng e.

‘LI GEL DESTNEDAYÎNÊ JÎ TÊ XWESTIN KU BÊ DARIZANDIN'

Karaman, dest nîşan kir ku ew li bendê ne ku Dadgeha Edliyeya Herêmî jî di warê rakirina "biryara yekkirinê" de heman biryarê bide û wiha got: "Ne mumkun bû ku Demirtaş bi îdianameyeke der barê çalakiyên Kobaniyê de bê darizandin. Çimkî hîn jî der barê van tawanbariyên ku behsa wan tê kirin û yekkirina wan tê xwestin de destnedayîna Demirtaş didome. Demirtaş, ji ber astengiyên makeqanûnî nayê darizandin. Dozên ku der barê Demirtaş didomin de tenê fezlekeyên ku heta 20'ê Gulana 2016'an hatine amadekirin di xwe de dihebînin. Halbûkî der barê vê tawanbariya ku bi biryara yekkirinê dixwazin wî bidarizînin de tu fezleke nehatine amadekirin û di vî warî de destnedayîneke wî ya hatibe betalkirin jî tune ye. Tê xwestin ku bi biryara yekkirinê Demirtaş ku detsnedayîna wî hîn jî didome bê darziandin."

Karaman, der barê hewldana yekkirina dosyeyan de jî ev tişt gotin: "Hem Serokomar Erdogan, hem jî rayedarên AKP'î yên din di vî warî de daxuyaniyên îthamî dan. Dixwazin bi bikaranîna çoyê darazê muwekîl lînc bikin. Ev hewldan ji zûv de heye. Tim Demirtaş wek sebebê bûyera Yasin Boru avêtin holê. Di vî warî de di raya giştî de jî bîbiriyek çêkirin. Dema dîtîn di vî warî de îdianame nayên amadekirin, hin kes ketin telaşa 'îdianame kêm maye'. A rast bi yekkirinê tê xwestin ku wê xwesteka siyasetê bi cih bê."

‘DEMÎRTAŞ BÊYÎ BIRYAREKE DADGEHÊ HEBE TÊ GIRTIN'

Karaman, anî ziman ku divê di çarçoveya vê biryarê de rewşa girtinê ya Demirtaş careke din di ber çavan re bê derbaskirin û wiha axivî:

“Di dosyeya Demirtaş de lêkolîneke girtinê ya çalak nayê kirin. Li gor qanûna usûlî divê herî dereng 30 rojê carekê rewşa girtiyan di ber çavan re bê derbaskirin. Di dosyeya Demirtaş de ji ber biryara yekkirinê dosye di navbera dadgehan re diçe û tê. Ji ber vê yekê xweşikî lêkolîna girtinê nayê kirin. Herî dawî 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran di 21'ê Hezîranê de rewşa wî ya girtinê di ber çavan re derbas kir û biryara berdewamiya girtina wî da. Ji wê rojê heta niha 37 roj derbas bûne, lê di warê rewşa girtina Birêz Demirtaş de tu biryar nehatiye dayîn. Halbûkî herî dereng diviya rewşa girtina muwekîlê me di 21'ê Tîrmehê de di ber çavan re bihatana derbaskirin. Lê belê hîn jî ev yek nehatiye kirin. Li gor teknîka huqûqê li gor min biryara girtinê hukmen ji holê rabûye. Heke hûn nikaribin dema girtinê ya 30 rojî lêkolîn bikin, nexwe ew biryara girtinê ji holê radibe. Ji ber ku lêkolîna giritinê ya 30 rojên dawî nehatiye kirin, bi ya min ev 7 roj e Demirtaş bêyî ku biryara dadgehê hebe tê girtin."

Karaman, diyar kir ku ji ber dosye ji Daîreya 5'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî re hatiye şandin, ancax ew dikarin li vê dadgehê daxwaza tehliyeyê bikin û ew ê di rojên pêş de daxwaza vê yekê bikin."