4 jê zarok 6 penaber di deryayê de xeniqîn

ÎZMÎR - 4 jê zarok 6 penaberên ku xwestin ji Îzmirê derbasî Yunasîstanê bibin di deryaya Egeyê de noqî avê bûn û xeniqîn.

Li nêzî navçeya Çeşme ya Îzmirê li herêma Deryaya Ege, keştiya ku penaber bar kiribûn noqî avê bû. Di keştiya noqî avê bû de 4 jê zarok 6 penaber di avê de xeniqîn. 5 kes jî winda ne. Lêgerîna 5 kesan didome.