STENBOL - Rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê di roja 5'an de berdewam dike. Dozê bi parastina parêzeran dest pê kir.
Yekemîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girti 17 rojnameger tên darizandin di roja 5'emîn de li 27'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê dest pê kir. Rûniştina dozê biparastina parêzeran li Dadgeha Çaglayanê dest pê kir. Wekilên CHP û HDP'ê û rojnameger û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Rûniştina dozê bi parastinê dest pê kir. Li bendê ye piştî navberê heyeta dadgehê der barê rojnamegeran de biryarêbide.