STENBOL /RIHA - Li Stenbol û Rihayê li dijî endam û rêveberên DBP û HDP'ê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de gelek endam û rêveber hatin binçavkirin.
Li navçeyên Bagcilar, Sultangazi û Avcılarê yên Stenbolê polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin. Di serdegirtina malan de Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Eşref Yaşar, endamê Meclîsa DBP'ê Sedat Çayci, Mamosteyê Enstîtuya kurd a Stenbolê ku bi KHK'ê hat girtin Mevlut Aykoç, Ridvan Doner û Güven Pinar hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a kolana Vatanê.
LI RIHA 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de rêveberê DBP'ê yê Pirsûsê Yakup Ateş û Yusuf Demir hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê.