Bikarhênerê tiryakê: Polîs tiryakê dida min

ANTALYA - Bikarhênerê tiryakê yê bi navê A.D. diyar kir ku, tiryak bi destê polîsan dikeve taxên Guneş, Şafak û Habîplerê yên navçeya Kepeza Antalyayê, ku herî zêde kurd lê dijîn û wiha got:"Li qereqolê polîs tiryak da min û xwest ez li taxên kurd lê dijîn bifiroşim. Dema derdiketin derveyî taxên kurdan, polîs gef li me dixwarin û em binçav dikirin."

Ciwanên kurd ên li taxên Guneş, Habîpler û Şafakê yên navçeya Kepeza Antalyayê dijîn, ji aliyekî ve li hemberî betaliyê li ber xwe didin û ji aliyê din jî rastî çewisandin û pêkûtiyên polîsan tên. Li navçeyên Antalyay yên turîstîk ji aliyê Muduriyeta Şaxa Narkotîkê ve, semîner û dersên li dijî tiryakê tên dayîn, lê belê hat diyarkirin ku, li taxên ku kurd lê zêde ne jî polîs bikaranîna tiryakê teşwîq dikin. Bikarhênerê tiryakê A.D. (32) diyar kir ku, di destpêka salên 1990'î de bi malbatî ji Şirnexê koçî Antalyayê kirin û demek dirêj betal maye û wiha axivî:"Rojekê ez li taxê rûniştî bûm, du kes hatin cem min. Cixare dan min û xwestin min nas bikin. Dawiyê em ji taxê derketin çûn cihekî tenha û ji in pirsîn tu dixwazî pereyan bi dest bixî an na. Dema min jî got dixwazim, wan ji min re got, 'Tu yê ji niha û pê ve ji bo me bixebitî û em ê her meh pere bidin te.' Min jî qebûl kir. Dema min ji wan pirsî ez ê çi karî bikim, kîsikekî tije hep dan min û gotin, 'Tu yê van heban bifiroşî ciwanên taxê û em ê bermaberiya vê rojê 200-300 TL'yî bidin te.' Min jî bi vî awayî li taxê dest pê kir."

'YÊN TIRYAK DA POLÎS BÛ'

A.D. got, dema wî li taxê kîsik digerand piştî demeke kurt polîsan bi ser taxê de girtiye û tevî çend kesê din binçav kirine û wiha got:"Dema me birin qereqolê, min dît her du kesên torbe dabûn me jî li wir in. Dema min wan dît, min qot qey operasyoneke mezin kirine, lê dawiyê ew her du kes hatin cem me û dema bi me re axivîn, min fêm kir ku polîs in. Piştî saetek du saetan, ew kes paketên di hundurê wan de mişt tiryak hebûn dan me û em serbest berdan."

'EM Ê NEHÊLIN HÛN DERKEVIN NAV MIROVAN'

A.D diyar kir ku, li taxên kurdan rêjeya firotina tiryakê ji sedî 80'yî ye û yên bi kar tînin jî bi piranî temenê wan di nav 13-15'an de ye û anî ziman ku, polîsan ji wan re gotiye bi taybetî hûn ê li taxên Guneş, Habîpler û Şafakê tiryakê bifiroşin. A.D. anî ziman ku, dema ew derdiketin derveyî taxê dihatin binçavkirin û dest nîşan kir ku polîsan wiha gef li wan dixwar:"Heke hûn derkevin derveyî taxên me diyar kiriye em ê demildest we bigirin û wêneyên we bikişînin, bavên ser medyayê û em ê destûrê nedin careke din hûn derkevin nav mirovan."

'DEMA MIN XWEST DEV JI KAR BERDIM GEF LI MIN HATIN XWARIN'

A.D. got, polîsan jê xwestiye hay ji qewimînin li taxê hebe û bi taybetî biçe HDP'ê û diyar kir ku, dema wî ev qebûl nekiriye polîsan gef lê xwariye û ew derb kirine. A.D. ragihand ku, dema wî xwestiye dev ji kar berde polîsan gef lê xwariye û wiha axivî:"Polîsan ji min re got, 'Heke tu dev ji vî karî berdî em ê te sax nehêlin.' Dema min got ez naxwazim vî karî bikim, min binçavkirin, birin Muduriyeta Sûcên Qaçaxçîtî û Organîzeyê (KOM) û li vir ez derb kirim. Piştî serbest hatim berdan çûm bajarê xwe û piştî demek dirêj di ser re derbas bû dubare vegeriyam, lê polîs hîn jî gefan li min dixwin, lê belê ez ê êdî firotinê nekim."