STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi armanca bi Ocalan û xizmên xwe yên girtî re hevdîtin bikin serî li Serdosgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi riya parêzerê xwe ji bo biçin Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xizmên girtiyê li Girtîgeha Îmraliyê ku li cem Ocalan dimînin ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Birayê Hamili Yildirim Polat Yıldırım, Birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.