COLEMÊRG – Dayika Kamuran Firat ê li ser sînorê Îranê ji aliyê leşkerên Îranê ve hat kuştin, Hizret Firat diyar kir ku piştî bûyerê ciwanên li wir li ambulansê geriyan, lê kes bi hawara wan neçû û wiha got: "Me bi derfetên xwe kurê xwe bir nexweşxaneyê. Dema em çûn navçeyê ambulans li nokteya polisan hatibû rawestandin. 2 hefte berê jî guleya hawanê avêtin gundê me. "
Li gundê Kendalokê yê navçeya Gevera Colemêrgê, di 26'ê Tîrmehê de leşkerên Îranî li ser sînor ciwanê 24 salî Kamuran Firat birîndar kirin. Li ser 454 kilometre sinorê di navbera Tirkiye û Îranê de gelek ciwanên ku diçin cem xizmên xwe û vedigerin ji aliyê leşkerên Tirkiye û Îranê ve tên kuştin. Herî dawî di navbera Gundê Kendalokê û Wergenima de ciwanekî din hat kuştin. Ji sala 2009'an û şûnde li ser sinor dîwarê betan hat avakirin û tevî dîwarên hatin lêkirin jî welatiyên nêzî sînor dibin, leşker ji kalekol û qereqolên ku li ser sînor hatine avakirin guleyan li ser welatiyan dibarînin.
Herî dawi Kamuran Firat hat kuştin. Dayika Firat Hızret Fırat, diyar kir ku kurê wê li Rûbarê di navbera Îran û Tirkiyeyê de 500 metre dûrî sînor hat kuştin. Hizret wiha got: "Dema kurê min gihayê kerengan kom dikir, leşkerên îronê gule berdan wî. Dema kurê min birîndar bû hevalên wî bi dehan caran li ambulansê geriyan. Ciwanên ku çûm cem Firat li ambulansê geriyan. Lê kes bi hawara wî neçû. "Me bi derfetên xwe kurê xwe bir nexweşxaneyê. Dema em çûn navçeyê ambulans li nokteya polisan hatibû rawestandin. 2 hefte berê jî guleya hawanê avêtin gundê me. Qereqola li ser sînor jî bi hawara wî neçû. Betal bû. Ji bo debara malê bike diçû kereng kom dikirin. Em dê niha hesabê wî ji kê bipirsin. Niha em di gundê me de hepis kirine. Li çar hawirê me qereqol û leşker danîne. Li aliyekî îran li aliyekî tirkiye.
SEWALKARÎ Û BAZIRGANÎ DIQEDE
Welatiyê gund Kemal Atîlla jî anî ziman ku li vir sewalkarî, çotkarî û bazirganiya sînor tune dibe. Em dê li vir çawa bijîn û debara xwe bi çi bikin. Atilla, anî ziman ku li gund ewlehiya tu kesî tune ye û wiha got: Tirkiye û Îran di navbera xizmên me yên Îran û Tirkiye de dîwar lê kirin. Em dê çawa biçin û bên. Dema em diçin cem xizmên xwe em li ser sînor tên kuştin. Du hefte berê hawan havêtin gundê me dîwar xera bûn. Xwede kir tiştek bi kesî nehat. Di sala 2009'an de dîsa 2 kurê min ê giha kom dikirin birindar kirin. Li vir ewlehiya me tune ye."