AMED - Welatiyên hatin koma wekîlên HDP'ê yên li Parka Ekîn Ceren Nobeta Edalet û Wîcdan digirin ziyaret kirin, Nimêja Înê bi komî kirin. Welatiyên Nimêja Înê kirin, li dijî barîkatên polisan bertekên xwe anîn ziman û barîkatên li dora nimêjê hatibûn danîn rakirin.
Çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 10 wekîlan li Parka Ekin Ceren a Amedê daye destpêkirin ket roja 4'an. Ziyareta ji bo wekilên ku li parkê nobeta Edalet û Wîcdan digirin tevî hemû barîkatên polîsan û astengiyan berdewam dike.
Welatiyên ji bo piştgiriyê hatin û xwestin Nimêja Înê li parkê bikin, tevî hemû astengiyên polisan barîkat rakirin û bi komî Nimêja Înê li parkê kirin. Polîsên barîkat danîne û park dorpêç kirine, li ser biryara walîtiyê 4 rojin destûr nadin welatî biçin parkê û piştgiriyê bidin wekîlan. Lê welatiyên ji bo ziyaretê û nimêja înê hatin qadê barîkata polîsan şikandin. Endamên Kongreya Îslama Demoratîk (KÎD) Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek Rûsipî hatin qatê. Girseya ku xwest têkevin qadê demek dirêj bi polîsanre niqaş kirin. Wekîlên HDP'ê welatî li ber deriyê barkê pêşwazî kirin û ji bo wan derbasî hundirê parkê bike demek dirêj bi polîsan ne niqaş kirin.
Piştî welatiyan barîkata polîsan rakir û derbasî qadê bûn Nimêja Înê kirin. Li ser navê girsê Mele Naif Erdem, li pêş welatiyan Nimêja xutbê kir. Erdem, diyar kir ku di olê îslamê de bê edaletî tune ye û xwest her kes wekhev û adîl bi hevre li ser vê axê bijîn. Erdem, anî ziman ku bawerî, reng û nijadêw wan çi dibin bila bibin her kes li ser vê axê wek hev in û xwedî mafek in.
Piştî xutbê nimêja înê hat kirin. Dayikan jî piştî xutbê dua kirin.