HATAY - Nûçegîhanê me dihabê Erdogan Alayumat, ku piştî 15 rojan di bin çavan de ma û duh hat girtin, ji Girtîgeha Hatayê peyam şand. Alayumat diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got: "Ez rojnameger im. Rojnamegerî ne sûc e. Çapemeniya azad û rojnamegerî nayê bêdengkirin.
Nûçegihanê me dîhaberê Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê 15 roj berê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" di 27'ê Tîrmehê (duh) de hat girtin. Nûçeyên Alayumat çêkirine, ji bo wan tê gotin ku 'sirên dewletê ne'. Nûçeyên Erdogan Alayumat ên bi ser navê "Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin" wekî sûc hatin dîtin. Piştî Alayumat di 27'ê tîrmehê de hat girtin ew şandin Girtîgeha Hatayê. Dayika Alayumat Turkan Alayumat û xweşka wî Gurbet Alayumat, bi nûçegîhanê me Alayumat re hevdîtin kirin.
Dayika Alayumat Turkan Alayumat: "Moralê Erdogan li cih bû. Serê sibê ew anîn girtîgeha Hatayê.
EZ ROJNAMEGER IM
Xwişka Alayumat Gurbet Alayumat jî diyar kir ku rewşa birayê wê baş e û wiha got. "Birayê min got 'Ez rojnameger im.Rojnamegerî ne sûc e. Ez ne sucdar im. Ez bi nûçeyê xwe serbilind im. Ji ber nûçeyê xwe ez niha li vir girtî me. Rojnamegerî û çapemeniya azad nayê bêdengkirin.' Erdogan got ew di yek hucreyê de te girtin. Birayê min li diji hiqûqê hat girtin. Ji ber ku edalet tune birayê min hat girtin. Birayê min tiştekî xerab ne kiriye. Bê guma dema derkeve jî dê karê xwe û pîşeya xwe ya rojnamegeriyê berdewam bike."