AMED - Li Amedê di nava hefteyê de nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Ji ber gelek kes hatin binçavkirin cih li nazaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Amedê nema. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Musa Farisogullari jî tevî nexweşiyên giran 4 rojin di bin çavan de tê girtin.
Li Amedê ji ber ku gelek kes hatin binçavkirin di nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Amedê de cih nema. Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê polîsan di nava hefteyê de bi ser gelek malan de girt û nêzî 50 kesên ku endam û rêveberên HDP, DBP, KCD û nûnerên saziyên sivîl in hatin binçavkirin. Ji ber cih li nezaretxaneya Polîsan nema, gelek ji wan birin Şaxa KOM'ê ya navçeya Peyasa Amedê. Hat zanîn ku piraniya kesên hatin binçavkirin li ser îxbarê hatine binçavkirin. Di 25'ê Tîrmehê de polîsan bi ser malan de girtibû û Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Musa Farisogullari hatibû binçavkirin. Farisogullari 4 rojin li Şaxa KOM'ê tê rawestandin.
Farisogullari, dema di doza KCK'ê ya Sereke de hatibû girtin, emeliyata mejî derbas kiribû û ji ber nexweşiyên giran ên dil anjiyo bûbû. Tevi ku Farisogullari raporên nexweşiyê nîşanî dozger dan jî 4 rojin di bin çavan de tê girtin. Hat zanîn ku li Nezaretxaneyê cih nemaye.