Jinên Wanî xiztina wekîltiya Hezer û Sariyildiz şermezar kirin

WAN – Hevparên TJA yên Wanê xistina wekîltiya parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz şermezar kirin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî xistina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz dan. Hevparên TJA li baxçeyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê kom bûn daxuyanî dan. Li ser navê jinan Endama Meclisa Jinan a DBP'ê Hatice Akdag, diyar kir ku xistina wekîlên HDP'ê Hezer û Sariyildiz nayê qebûl kirin û deqa reş li dîroka meclîsa Tirkiye ketiye. Akdag, anî ziman ku piştî HDP’ê di 7'ê Hezirana 2015'an de li dijî pergala otokrasî, faşizm û serdestiya hişmendiya mêr serkeftin bi dest xist, feraseta serdest ev yek tehamul nekir û piştî vê yekê hemû rêbazên tundî û êrîşan ji bo xwe rewa dît. Akdag, anî ziman ku xistina wekîl Hezer û Sariyildiz li dijî hiqûqê yeû we vê yekê qebûl nakin. Akdag, destnîşan kir ku AKP'ê ruyê xwe yê rastîn nîşan daye û tevî her tiştî dê di siyaseta demokratîk de israr bikinû ji bo çareserî û siyaseta demokratîk têbikoşin. Akdag, da zanîn ku Hezer û Sariyildiz wekîlen gel in û biryara meclisê nikare wekîltiya wan bixe.