ENQERE – Çalakiya kedkarên ku 262 rojin li Kolana Yukselê berdewam dike iro jî berdewam kir. 3 kesên xwestin li Kolana Yukselê çalakiyê berdewam bikin rastî êrîşa polîsan hatin.
Çalakiya kedkarên ji kar hatin avêtin ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 142 rojin di greva birçîbûnê dene li Kolana Yukselê 262 roj berê dabû destpêkirin, li Kolana Yukselê berdewam kir. 3 çalakgerên ku li Kolana Yukselê kom bûn û mafê xwe xwestin dîsa rastî êrişe hatin. Çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bide li Kolana Konurê kom bûn. Ji bo 3 kesên kom bûn TOMA hat û polîsan mudaxale kir. Polîsan disa pankarta ku dixwestin Nûriye û Ozakça bên berdan û karê wan paşve bidin wan qetandin û avêtin erdê. 3 kesan bê navber silogana “Nuriye û Semih ne bi tenê ne" û “Nuriye û Semih bila dîsa li karê xwe vegerin" berz kirin. Polisan piştî êrîş kir 3 kesên kom bûn çalakî bi dawî kirin.